Komxebata Jinên Ciwan bi biryarên girîng bi dawî bû 2021-01-20 16:41:36   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê yekemîn komxebata xwe bi encamnameyên girîng ên li dijî tundiya ser jinê bi dawî kirin.   Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê yekemîn komxebata xwe  bi dirûşma "Na ji tundiya li ser jinê re, teqez em ê bi ser bikevin" bi amedebûna bi  dehan ciwanên Herêma Firatê li hola Ronîwar li dar xist. Komxebat bi biryarên girîng bi dawî bû. Di domandina komxebatê de mijara sêyemîn Etîk û Stetîk ji aliyê Endama navenda lêkolînên Jineolojîyê Ferza Mele Xelîl ve hat nirxandin.  Piştî ku beşdarvanên komxebatên nêrînên xwe di derbarê Etîk û Stetîkê de anîn ziman, komxebat bi biryarên girîng bi dawî bû.   Biryar wiha ne:   * Di tevahî beşên jiyanê de perwerde û zanekirina civakê.    *Perwerde hîmê bingehîn ê jiyanê ye, lewra destpêkirina perwerdeyên di Komîn, Meclîs û tevahî saziyan de pir girîng e.   * Parastina zagon û mafên jinê erka tevahî civakê ye, loma divê her kes xwedî lê derkeve.   *Divê çapemenî rola xwe di pêkêşkirina tevahî pirsgirêk û nakokiyên di civakê de, bilîze.   *Divê têkoşîn li hember zewaca di temenê biçûk de were kirin.   *Zêdekirin û li darxistina panêl, semîner û komxebatên di çarçoveya komxebata îro de.   *Tesbîtkirina hejmara zarokên ku dizewicin û li dijî wê têkoşîn dane meşandin.   *Li dijî qetîlkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de dadgehên gel xwedî biryarên guncav bin û îradeya civakê jî bê destgirtin.   *Li ser bingehê hersê mijarên ku hatin nirxandin, perwerdekirina xortên ciwan.   *Dahurandinên sîseolojîk yên civakê werin lidarxistin.   *Hemleyên li dijî sîstema kapîtalîzmê bên destpêkirin.   *Li dijî zewaca di temenê biçûk de û tundiya ser jin şano li kolanan werin çêkin.