Li Rojava dagirkeriya Efrînê bi meşê hat şermezarkirin 2021-01-20 15:41:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera sêyemîn a dagirkeriya Efrînê de êriş bi çalakiyên meşê hatin şermezarkirin.   Di 20'ê Çileya 2018'an dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêma Efrînê kirin. Bi munasebeta salvegera sêyemîn a dagirkeriya Efrînê şêniyên Kantona Qamişlo, Hesekê, Heleb û navçeya Til Temirê bi çalakiyên meşê êriş şermezar kirin.     Şêniyên Hesekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin   Şêniyên Hesekê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên di 20'ê Çileya 2018'an de yên li ser Herêma Efrînê bi meşek girseyî şermezar kirin. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, PYD û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re, dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" hatibûn hildan. Meş li şaredariya gel a navçeya Giwêran dest pê kir û li ber hola fitbolê veguherî mîtîngê.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdulah teqez kir ku Berxwedana Serdemê heta roja îro jî di şexsê şervanên azadiyê û koçberên Efrînê  de dewam dike û got: "Dewleta tirk a dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî Efrînê kir, lê berxwedan û îradeya ku gelê Efrînê di 58 rojan de dan meşandin û mohra xwe li dîrokê dan dewam dike. Îro koçberên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û bi israr in ku dagirkeriyê têk bibin û vegerin cih û warên xwe. Dem dema parastina deskeftiyên şoreşê ye. Em ê bi yekîtiya pêkhateyan kiryarên qirkirina hebûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."   Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdi El-Xenî Oso êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Îro komploya qirêj li dijî îradeya gelan tê meşandin. Dijmin dixwaze derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bixe, lê pêkhateyên herêmê ev proje ji bo xwe esas girtine û li hemberî dagikeriyê têdikoşin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Serdemê" bi dawî bû.   Li Qamişloyê salvegera êrîşên Efrînê hat şeremezarkirin   Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişloyê bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re dem dema parastina şoreşê ye" herikîn qadan û di salvegera sêyemîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de êriş şermezar kirin.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û ala Meclîsa Malbatên Şehîdan û şaxên zeytûnê hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Munîr El-Hebîb dest pê kir û li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) veguherî mîtîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê mîtîngê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Semîra Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Beriya sê salan weke îro dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Herêma Efrînê kir. Ew êrîş berdewamiya komploya navneteweyî ye. Şêniyên Efrînê bi ruhê berxwedanê 58 rojan li hember dagirkerî û hovitiya dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe dan û têkoşîna xwe mezin kirin. Dijmin û desthilatdar tucaran bi van planên qirêj bi ser nakeve, ji ber îradeya gelê azadîxwaz ji pilanên wan bi hêztir e. Bi ruhê berxwedanê em ê hemû bajarên xwe yên dagirkirî ji destê çeteyên dewleta tirk rizgar bikin."  Bi berxwedana gelê Efrînê 58 rojan li hemberî dagirkerî û hovîtiyê di nava berxwedan û tekoşînê de bûn. Bi van pilanê qirêj dijmin tu carî bi ser nakeve. Ne tenê destê dewleta tirk di nava vî şer û êrîşê de hebû, bi destê gelek dewletan yên ku berjewendiyên xwe didin meşandin li pêşiya çavên hemû dinyayê êrîş kirin û derbasî axa me bûn. Bi berxwedan û tekoşîna gelê me em ê hemû bajarên xwe yên dagirkirî ji destê çeteyan rizgar bikin.”   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.   Gelê Til Temirê dagirkirina Efrînê şermezar kir   Bi salvegera 3'mîn a dagirkirina Efrînê, îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cur be cur têne lidarxistin. Bi vê armancê şêniyên navçeya Til Temirê û şêniyên Efrînê ku li gundê Til Nesrîyê dijîn, meşeke girseyî li dar xistin. Di bin baranê û sermayê de û bi bilindkirina çiqilên zeytûnan, şêniyan bi yek dengî gotin "Efrîn nakeve, li ber xwe dide". Meşa ku ji ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, li nêzî navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger rawestiya.   'Berxwedana Efrîniyan, şamaqek xurt li rûyê dijmin da'   Piştî deqeyeke rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Lîlav Hisên dagirkirina Efrînê şermezar kir û wiha got: "Êşa gelê Efrînê, êşa tevahî Kurd ên ku li Kurdistanê dijîn e. Herêm niha di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe, li hember komployên ku li dijî berxwedan û meşa gelê me tê kirin, hene. Ne tenê li Efrîn li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman polîtîkayên qirkirinê têne meşandin, lê li hember vê yekê jî gelê me bi berxwedan û têkoşîna xwe, bersivên herî xurt didin dijminên xwe. Ji ber ku çanda teslîmkariyê li cem Gelê Kurd tune ye û çênabe. Pêwîst e ku gel bi hêza xwe bawer bin û dibe ku demeke nêz an jî dûr be, lê em ê vegerin Efrînê û dîsa bi axa xwe bextewar bibin."   'Berxwedan komployan pûç dike'   Endamê Meclisa Navçeya Til Temirê Ehmed Heyder jî bal kişand ser armancên dewletên hegemon ên li dijî Gelê Kurd û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelê ku îro li hember ewqas polîtîkayên qirêj li ber xwe didin, wê serkeftina wan teqez be. Di kîjan salê de dibe, bila bibe lê vegera Efrînê wê her li pêş be. Li hember komployên navneteweyî ku li ser herêmê pêk tên, wê bi berxwedana gel têk biçe."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.   Şêniyên Helebê êrîşên 20’ê Çileyê bi meşekê şermezar kirin   Bi pêşengtiya Meclîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi dirûşma "Bi vîn û ramanên azad em ê sala 2021'an bikin sala serkeftin û rizgarkirina Efrînê" herikîn qadan û êrîşên dewleta tirk ên  di 20'ê Çileya 2018'an ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Şêniyên bajarê Helebê, endamên sazî û dezgehên sivîl beşdarî meşê bûbûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Soza me têkbirina faşîzmê û rizgarkirina Efrînê ye"û "Efrîn ya me ye bimire dagirkeriya dewleta tirk" hatibûn hildan. Her wiha bi çiqilên zeytûnê navê Efrînê hatibû nivîsandin. Meş ji jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir û li Çerxereya şehîd Destîna veguherî mîtîngê."   'Bi hevgirtinê, em ê dagirkeriyê têk bibin'   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Mecilîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Mihemed Şêx êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Weke îro beriya 3 salan dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Efrînê pêk anî û bi 72 balafirên şer ên li ser ezman rakirin û kîna xwe li hember Gelê Kurd nîşan da. Dewleta tirk digot ez ê di 3 rojan de Efrîn dagir bikim, lê rastî berxwedanek bêhempa hat. Soza me ew e ku em ê Efrînê rizgar bikin, bi hevgirtinê dagirkeriyê têk bibin û planên dijminan vala derxînin."    'Dewleta tirk dijminê mirovahiyê ye'   Endama Meclîsa Sûriya Demoratîk Fatma Hesîno wiha got: "Dewleta tirk bi êrîşkirina li ser Efrînê sûcên herî giran li ser gel dida meşandin. Efrîn bi komployeke nawneteweyî hat dagirkirin û bû sedema bi sed hezaran niştecîhên resen ji warê xwe koçber bibin. Lê çav û dilê Efrîniyan her dem li Efrînê ye. Efrîn weke erdnîgarî pir biçûk e lê berxwedana gel pir mezin e. Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kir heta vê kêliyê talankirin û kuştin tê jiyîn. Dewleta tirk ne tenê dagirker e, ew dijminê mirovahiyê ye. Em soz didin ku em ê berxwedana xwe bilindtir bikin da ku Efrînê rizgar bikin."   Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.