Ji bo yekitiya kurd Şandeya KCD, DBP û HDP’ê berê xwe dan Sêrtê 2021-01-20 15:36:20   SÊRT - Di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de, şandeya KCD, DBP û HDP’ê çû Sêrtê û esnaf ziyaret kir.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, di çarçoveya xebatên yekitiya neteweya kurd de îro li Sêrtê bûn. Siyasetmedarên kurd, ji Sêrtê derbasî navçeya Dihê bûn û dikandar ziyaret kirin.      Şandeya ji KCD, DBP û HDP’ê pêk hat, rastî eleqeyek mezin hatin û bi esnafan re, rewşa siyasî, krîza aborî û civakî ya li welat tê jiyîn, sohbet kirin. Welatiyan di van sohbetan de, hêviyên xwe yên têkildarî avakirina yekitiya neteweya kurd, anîn ziman. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku ew ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de 3 rojan li Sêrtê bimînin û ji esnafan xwest ku beşdarî vê xebatê wan bibin.   Salîha, da zanîn ku piştî Amed, Stenbol, Şirnex û Wanê hatin Sêrtê û wiha got: “Dihê ji bo Gelê Kurd cihek girîng e. Ji ber vê dest pê kê em hatin vê derê. Sibe em ê biçin navçeya Misircê û du sibe jî em ê li navenda Sêrtê, serdanên xwe dewam bikin. Piştî bernameya xwe ya li Sêrtê em ê di navbera 25 û 29’ê çile de li Êlihê bernameya xwe bi rêve bibin. Ji bo ku bernameya me ya li Êlihê bi girseyî pêk bê, xebatên me dewam dikin. Em hêvî dikin ku wê gel tevlî bernameya me bibe.”   Serdana şandeyê pişt re li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê bi dawî bû. Şandeyê dûre, dest bi serdanên malbatan kir.