Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê hat dayîn 2021-01-20 14:52:48     AMED - Derbarê parlementera HDP’ê ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman ku bi hinceta tevlî xebatên KCD’ê bûye, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de biryara girtinê hat dayîn.   Derbarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman de, di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Hatîceyê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatîce negirtî dihat darizandin û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.   Hatîce, di parastina xwe de, sûcên di îdeameyê de cih digirin red kirin û beraeta xwe xwest.    Şandeya Dadgehê, piştî parastinan biryara girtina Hatîceyê da û danişîn taloqî dîrokeke pêş kir. Hatîce piştî danişînê hat binçavkirin û wê bişînin girtîgehê.    Di îdîanameyê de, ji bo Hatîceyê ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan, heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwetin.