'Em ê bi hev re hemû hêzên tarî ji welatên xwe derxînin' 2021-01-20 14:51:08   KOBANÊ - Meclîsa Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê di sêyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêma Efrînê de êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi piştgiriya hemû dewletên navneteweyî Efrîn hat dagirkirin. Di encama wan êrîşan de bi hezaran şêniyên herêmê hatin qetilkirin û koçberkirin."    Bi boneya sêyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêma Efrînê, bi dirûşma "Ji dagirkeriyê re na, dem dema parastina şoreşê ye", îro Meclisa Kantona Kobanê bi daxuyaniyeke çapemenîyê êrîş şermezar kir. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, Kongreya Star, Mala Jinê, Komîn, Meclis, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Tenduristî, Edalet û bi dehan şêniyên Kobanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên berxwedana serdemê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Ciwanên Komînist ê Şoreşger, Jinên Komînist ên Şoreşger, Tevgera Ciwanên Şiyei, Partiya Yekîtiya Demokratîk hatibûn hildan. Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclisa Kantona Kobanê hate dayin.   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto ve hat dayin.   'Destên gelek dewletan di êrîşa Efrînê de hebûn'   Di destpêka serhildan û aloziya Sûriyeyê de şer û pevçûn hatin kirin, yek ji wan destwerdana dewleta tirk bû, ew destwerdan bû sedema kuştina bi milyonan kesan. Di heman demê de bû sedem ku zarok ji perwerdeyê bêpar bimînin, şêniyên herêmê bi darê zorê ji malên xwe koçber bibin. Dewleta tirk bi hemû kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê û bêexlaq li ser gelê herêmê de anî û hîna jî didomîne. Dewleta tirk ji ber bi hezarên salane her timî dîroka wê talankirin û wêrankirin e, lewma di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî Efrînê kir. Armanca van êrîşana ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser bide tunekirin û gelê herêmê bide koçberkirin. Ev sê sal in dewleta tirk û çeteyên wê tu kiryar nehiştin û bi serê gel ve neanîn. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin dewleta tirk yekser çand û dîroka herêmê guhert. Em wek Meclisa Kantona Kobanê bêdengiya hemû dewletên tarî, komeleyên mafê mirovan û kesên ku destê wan di vê êrîşê de heye şermezar dikin. Ev kiryarên bi vî rengî tucarî li hemberî vîna gelan wê nebe asteng. Heta dawiyê em ê têbikoşin da ku em herêmên xwe rizgar bikin."   Daxuyanî bi dirûşma"Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.