'Em ê têkoşîna çareserkirina pirsgirêkên civakî bidomînin' 2021-01-20 14:39:08     KOBANÊ - Jinên Ciwan ên beşdarî Komxebata li dijî Tundiya ser Jinê bûne, teqez kirin ku ew ê pêşengiya têkoşîna bidawîkirina tundiyê bikin û gotin: "Mijarên ku di komxebatê de tên nirxandin pirsgirêkên bingehîn ên civakê ne. Em ê ji bo guhertin û veguhertina civakê têbikoşin."   Xebatên yekemîn ên Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan a li Herêma Firatê bi nirxadin û şîroveyan berdewam dike. Di domandina komxebatê de mijara zewaca bi temenê biçûk ji aliyê Endama Desteya Ciwan û Werzîşê Tolîn Şêx Ehmed ve hat nirxandin.  Jinên ku beşdarî komxebatê bûne derbarê pêşveçûna komxebatê de nêrînên xwe bi me re parve kirin.    'Em ê civakeke azad û demokrat ava bikin'   Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl girîngiya komxebatê anî ziman û wiha got: "Di asta yekemîn de çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên civakî ji me re bingeh e. Ji ber vê mijarên ku di komxebatê de tên nirxandin, sê xalên bingehîn in. Di vê pêvajoya ku em tê de dijîn, êrîşên li ser herêma me hene û di destpêkê de jinan armanc digire. Li dijî tevahî cureyên êrîşan em weke jin rêxistinbûna xwe bi hêztir dikin û em ê bi birdoziyeke xurt civakeke azad, wekhev û demokratîk ava bikin."    'Em ê têkoşîna çareserkirina pirsgirêkên civakî bidomînin'   Jina Ciwan Tolên Şêx Ehmed bang li jinên ciwanan kir ku xwedî li têkoşîna guhertina hişmendiyê derkevin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Armanca me ji komxebatê ew e ku em dawî li tundiyê bînin. Em ê encama komxebatê ji xwe re bikin bingehê têkoşînê, her wiha em ê weke jinên ciwan pêşengiya hilweşandina pergala mêrê serdest bikin. Komxebata me bi nirxandinên dewlemend didome, hêviya me ji tevahî civakê heye ku bikaribin li gor pêvajoyê tev bigerin û hişmendiyê biguherînin."   Komxebat bi şirovekirina mijara zewaca bi temenê biçûk didome.