HDP'ê li Hezexê ji bo grevên birçîbûnê banga hişyariyê kir 2021-01-20 14:26:45   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê, piştgirî da grevên birçîbûnê û bang kir ku daxwazên girtiyan demildest bên bicihanîn kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirên mafan li girtîgehan hatiye destpêkirin li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), malbatên girtiyan û rêveberên HDP'ê yên navçeya Hezexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Daxwaza girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne bila bê qebûl kirin, ne mirin çareserî” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê yê navçeya Hezexê Yasîn Oztaş ve hat xwendin. Di daxuyaniya ku li ber avahiya navçeyê hat dayîn polîsan destûr neda ku girse dirûşmeyan berz bike. Girse astengiya polîsan nas nekir û dirûşmeyan berz kir.   ‘Me hikûmet hişyar kiribû’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku binpêkirina mafên girtiyan a li girtîgehan li Tirkiyeyê ne rewşeke nû ye û di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Bi sala ne ji ber nasnameyên xwe gelek kes di girtîgehan de tên girtin. Azadiya wan ji destê wan girtin jî têrê nekir û li girtîgehan bimpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Em wek partî bi daxuyaniyan balê dikişînin ser grevên birçîbûnê. Li dijî binpêkirina mafên girtiyan me hikûmet hişyar kir. Lê belê hikûmet wekî ku ev rewş ne li vî welatî tê jiyîn tevdigere.”   Banga hişyariyê   Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku beriya binpêkirina mafên girtiyan bigihîje asta herî jor divê daxwazên girtiyan bi cih bê û wiha pêlda axaftina xwe: “Ev êdî ne bi tenê pirsgirêka li girtîgehan e. Pêkanînên ku li dijî girtiyan tên kirin li dijî hemû civakê tên pêk anîn.  Malbat nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Sirgûnkirin wek pêkanîneke cezakirinê êdî tê bikaranîn. Girtî di nav mehekê de sê caran tên sirgûnkirin. Ji ber vê rewşa ku li girtîgehan tê jiyîn em hikûmetê hişyar dikin û bang dikin ku deng bidin dengê girtiyan. AKP li dijî girtîgeha Îmraliyê krîterên hiqûq û mafên mirovan nas nake. Tirkiye veguherandine girtîgehek mezin û dixwazin mirovan bê bêhn bihêlin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyan li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtî dixwazin ku ev şert û mercên xirap bên guhertin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”   Banga piştevaniyê    Piştre Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî û destnîşan kir ku girtî ji bo daxwazên wan bi cih bên 55 rojin di greva birçîbûnê de ne û ev tişt got: “Tirkiye ji hêla azadî, demokrasî û hiqûqê ve xitimî ye. Ji bo tecrîd bê rakirin û faşîzîm bê têkbirin girtî dest bi greva birçîbûnê dikin. Tirkiye bûye wek girtîgeha servekirî û kirine wek dojehê. Divê hemû kes xwedî li girtiyên di çalakiyê de ne. Em bêdeng namînin. Divê tu sazî û dezgeh li hember vê çalakiyê bêdeng namînin. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bila kesên rayedar demildest daxwazên girtiyan bi cih bînin.”   Li dijî astengiya polîsan jî daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Zindanan" bi dawî bû.