Li Kobanê yekemîn komxebata Jinên Ciwan dest pê kir 2021-01-20 12:36:54   KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşma "Na ji tundiya li ser jinê re, teqez em ê bi ser kevin" dest bi xebatên yekemîn komxebata ku li Herêma Firatê hatiye li darxistin, kir.   Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li dijî tundiya li ser ser jinê komxebatek li dar xist. Di komxebata ku li hola Ronîwar tê li darxistin, bi dehan ciwanên ji Kantona Kobanê, bajarokê Sirînê, Kantona Şehbayê, nûnerên Ciwanên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên navenda lêkolînên Jineolojî, Desteya Jin, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) û Meclîsa Rêveber ya Herêma Firatê beşdar bûn. Weke hat payîn dê di komxebatê de sê mijarên sereke Tundiya li ser Jinê, zewaca bi temenê biçûk, Etîk û Estetîk werin nirxandin. Komxebatê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.   Piştre Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîde Nesan axaftin kir û ev tişt got: "Em bawer dikin ku ev komxebat dê bibe bersiva tevahî cureyên tundiyê yên di civakê de hene. Di tevahî herêman de tundî tê meşandin, sedemên wê jî dagirkerî û hişmendiya mêr - dewletê ye. Her wiha tecrîda li ser Rêber Apo jî di heman çarçoveyê de ye. Lewra weke ciwan em hêza guhertin û veguhertina civakê ne. Divê em asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin, da ku em dawî li tundiyê û dagirkeriyê bînin."   'Me panel li dar xistin'   Paşê Endama Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Necah Miselek, mijara tundiya ser jinê wiha şîrove kir: "Tundiya ku jin pê re rû bi rû dimînin, di encama hişmendiya civakê de ye ku zayinda mêr ji  zayenda jinê girîngtir digirin dest.  Her wiha adet û kevneşopî, sînordarkirin, lewaziya aboriyê û perwerdeya malbatî jî rola xwe dilîze. Tundî di destpêkê de li ser derûnîyê tê meşandin, piştre êdî bi gotinan û fîzîkî xwe dide der. Li gor sala 2019 û 2020'an 13 jinan xwe kuştin. 50 jin rastî tundiya fîzîkî hatin û zêdetirî 40 jinan ji ber tundiya hevjînên xwe li Rêxistina Sara gilî kirine. Me weke Rêxistina Sara panelên perwerdekirinê ji bo tevahî beşên civakê çêkirin. Lê di bingehê de divê civak vê mijarê di hundirê xwe de tune bike."   Piştî nirxandina mijara tundiyê, sedem û armanca wê, ciwanan teqez kirin ku tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser civakê. Ji ber vê weke ciwan ew ê xwe bi rêxistin bikin û pêşengiya tunekirina tundiyê bikin.   Komxebat didome.