Jinê êzidî: Efrînî dê bi berxwedana xwe bi ser kevin 2021-01-20 12:34:51     Evîn Zenda - Viyan Seîd   ŞENGAL - Bi minasebeta 3'yemîn salvegera êrîşa li hemberî Efrînê jinên endamên TAJÊ'ê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Li ber çavê cîhanê êrîş pêk hat lê her kes bêdeng ma. Lige her cureyên hovitiyê, welatiyên Efrînê li ber xwe dan û dê berxwedana xwe jî bidomînin."    3 sal beriya niha dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişê Efrînê kirin. Li dijî êrişan welatiyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Di encama êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran mirov ji neçariyê koçber bûn. Heta îro jî li Efrînê talankirin, kuştin, dizî, îşkence û revandin didome. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê salvegera êrişa li hemberî Efrînê de nêrînên xwe anîn ziman.    'Desthilatdar azadiya gelan naxwazin'   Xoxê Cindî diyar kir ku çawa li hemberî Şengalê fermanek hat dayîn li hemberî Efrînê jî heman tişt pêk hat û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ew kiryarên lidij mirovî li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat û her kes jî bêdeng ma. Tenê gel dikarin li beramberî desthilatdaran rabin. Em her tim dibêjin bila dev ji me berdin em bi hêza gel dikarin azad bijîn. Lê desthilatdar ji bo gel negihêjin armancên xwe her şêweyê hovîti dikin û hevdû temaşedikin. Lê ev li gel wan namîne wê gel bi ser keve. Gelê Efrînê ev sê sal in ji bo bigihêjin Efrîna xwe di şert û mercên herî zor de dijîn. Em berxwedana wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”   'Êrişê her cureyên zindiyan kirin'   Şemê Remo jî wiha qala hestên xwe yên dema çûyî Efrînê dike: “Kîjan mirovê bêje em xwedî bivijdanin ji xwe nedikaribû wê demê li malên xwe rihet rûnê. Ji ber ku li wir şerekê derveyî ehlaqî dihat meşan din. Li tu deverê dinê tiştek wisa tunebû. Hêzeke NATO'yê bi tevahiya çekên xwe êrişê bajarekê biçûk kir. Dewleta tirk dewletek wisa ye ku ji dûrê ehleqî êrişê jin û zarokan kir. Her wiha êrişê hemû zindiyan kir. Darên zeytûna şewidandin, dizin, dest danîn ser genimên gel. Gelo mirov dikare çi bêje li hemberî wan hovitiyan. Ez hêvî dikim ku welatiyên Efrînê dê vegerin ser axa xwe."