Kobanê bi berfa spî xemilî 2021-01-20 12:29:53     KOBANÊ - Îro di saetên sibehê de bajarê Kobanê bi berfê xemilî û vê yekê kêfxweşiyeke mezin berda dilê şêniyan û zarokan.    Li Kobanêya dilê Rojavayê Kurdistanê serê sibehê bi mizgîniya barîna berfê coşeke mezin ket dilê zarok û şêniyan. Ev du sal in li dû hevdu berf li Kobanê dikeve. Vê yekê di heman demê de dilê cotkarên ku çandinî kiribûn jî xweş kir. Bi taybet zarokan ji barîna berfê sûd girtin û herikîn kolanan. Zarokan têrî xwe bi berfê lîstin û ji berfê berfemirov jî çêkirin.