34 roj in li Mexmûrê greva birçîbûnê didome 2021-01-20 11:35:08     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, 34 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî bi koma 17'emîn di roja 34'emîn de didome.