Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo grevên birçîbûnê meş li dar xist 2021-01-20 11:30:00     STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin û di roja 55'an de didomin meş li dar xist.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên di 27'ê Mijdara 2020'î de li dijî tecrîda li ser Îmraliyê û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin û di roja 55'an de didomin meş li dar xist. Endamên Meclîsa Ciwanan ên li Kuçeya Okmeydani meş li dar xistin û belavok belav kirin dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Di heman demê de ciwanên berdilkên li ser nivîsa HDP'ê hebûn li xwe kiribûn dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bila tecrîd bi dawî bibe azadî ji bo girtiyan" jî berz kirin. Ciwanan di belavokên ku belav kirin de bal kişandin ser tecrîdê û binpêkirina mafên li girtîgehan.    Ciwanan belavok li esnafan jî belav kirin gel di derbarê grevên birçîbûnê de agahdar kirin. Welatiyên li derve jî bi çepikên xwe piştgirî dan ciwanan meşiyan.    Ji bo daxuyaniya çapemeniyê bang   Her wiha ciwanan ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo balkişandina grevên birçîbûnê ew ê li avahiya HDP'ê ya li Kadikoyê roja pêncşemê saet di 15.00'an de bê dayin, bang kirin.  Daxuyanî ew ê bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bê dayin.