50 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome 2021-01-20 10:41:32     NAVENDA NÛÇEYAN - 50 roj in çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin, berdewam dike.   Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 50’an de berdewam dike.    Her roj ji deverên cuda yên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên serdana konê berxwedanê û xwedî li asayîşê derdikevin.