'Li Efrînê jiyan bûye dojeh' 2021-01-20 10:01:05   Sara Şêx Hesen    HELEB - Emîne Şêx Mistefa ya di dema şerê Efrînê de ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tê girtin da zanîn ku ew ê berxwedana Efrînê her bîne ziman û wiha got:"Efrîn niha bûye mîna dojehê. Hêvî û daxwazên me ew e ku axa me ji wan çeteyan rizgar bibe û em careke din biçin cih û warên xwe."   Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrişî Efrînê kirin. Piştî êrişan yekser guhertinên demografîk pêk hatin bi hezaran şêniyên Efrînê koç kirin û gelek şêniyan jî jiyana xwe ji dest dan. Gelek jin jî hatin revandin û girtin. Yek ji jina ku di dema şer de ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hat girtin jina bi navê Emîne Şêx Mistefa ya ji gundê Meyda Ekbes ê girêdayî navçeya Recoyê ya 77 salî ye. Berî êrişên li ser Efrînê Emineyê karê komînan dikir. Her wiha di dema berxwedana serdemê de ji têkoşerên azadiyê re xwarin amade dikir. Di şerê Efrînê de gundê Emîneyê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatibû dorpeçkirin û di encamê de Emîneyê ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û demekê di zindana Tirkiyeyê de dimîne. Piştî ku tê berdan yekser berê xwe dide bajarê Helebê. Niha Emîne li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dijî û kar û xebatê nxwe di komîna Gûlê Selmo de dimeşîne. Dayika Emînê li ser salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê axivî.    'Em ê berxwedana Efrînê her bînin ziman'   Emîneyê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ev bû sê sal Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Em kiryarên wan ên li Efrînê bi tundî şermezar dikin. Dema mirov behsa şerê Efrînê dike nikare hemûyan bîne ser ziman ji ber bi hezaran çîroka wê berxwedanê hate jiyîn. Em ê herdem berxwedan û dagirkeriya Efrînê bînin ser ziman û destana lehengan parve bikin. Wek dayik jî min di berxwedana serdemê de ji şervanan re xwarin amade dikir û ez bi can û ruh li pey şervanên xwe bûm, ji ber wan tenê ji bo mafê mirovan şer dikirin û warên xwe diparastin. Kurê min jî di dema Berxwedana Serdemê de ji bo axa dayik û dapîrê xwe şer dida meşandin. Ruxmê temenê me mezin bû, lê dil û ruhê me ciwan bûn."   'Çeteyan gundê me dorpêç kirin'    Emîneyê diyar kir ku di dema şerê Efrînê de gundê wan ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatiye dorpêçkirin û wiha dewam kir: "Ez ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Recoyê me. Piştî êrîşan çend rojan, çeteyên dewleta tirk gundê me dorpêç kirin, lê me nedikarî  xwe xilas bikin. Di wê rojê de em 12 jin li gel hev bûn, di carekê de çeteyan lingê xwe li dêriyê mala min dan û dîtin venabe, li ser xanî xwe avêtin mala min. Dema ketin hundir yekser her der tar û mar kirin, ji aliyekî diaxiviyan û ji aliyekî mermî li her derê direşandin. Her wiha yekser dest bi diziyê kirin. Di guhên jinan de guharê zêr hebû û hemû dizîn. Paşê me tehdît kirin û gotin ger hûn derkevin devê derî em ê we hemûyan bikujin û deriyê malê jî girtî be em ê mala we talan bikin."   'Li Efrînê jiyan bûye dojeh'   Emîneyê herî dawî diyar kir ku ew ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye girtin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştî gundê me hate dagirkirin, rojekê çeteyan me hemûyan kom kirin û me yek bi yek ji lêpirsinê derbas kirin. Piştî lêpirsînê min xistin wesayetekê û min birin Tirkiyeyê. Bi me re mêrekî temenmezin hebû ew jî girtin, lê wî mêrî di rê de jiyana xwe ji dest da. Paşê me birin qereqolê û ez 4 rojan di girtîgehê de mam. Paşê cardin min ji lêpirsinê derbas kirin û gotin cardin hûn karê rêxistinê bikin em ê we bikujin. Piştî wê lêpirsînê cardin min birin Efrînê û ez vegeriyam gundê xwe. Lê jiyana me pir guhertibû û her rojên me dibû dojeh. Piştî Efrîn hate dagirkirin, ewlehiya herêma me nema û me dizanî ger em gotinên wan nekin, em ê rojekê werin qetilkirin. Paşê min biryar da ku ez ji Efrînê derkevim û bi rêya kolberan ez gihîştim Efrînê û piştî wê jî ez derbasî bajarê Helebê bûm û heta niha jî li Helebê dijîm. Bi rastî tiştên pir bi êş in, lê hêvî û daxwazên me ew e ku axa me ji wan çeteyan rizgar bibe û em careke din biçin cih û warên xwe."