'Di bin topbaranê de me xwarin ji têkoşeran re amade dikir' 2021-01-20 09:11:39   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jina bi navê Cîhan Îbiş a di şerê Berxwedana Serdemê de ji têkoşerên azadiyê re xwarin amade dikir ev tişt got: "Di nava şert û mercên zehmet de me jiyan diafirand. Balafiran cihê me topbaran dikir, lê dîsa jî me xwarin ji şervanên xwe re dibir. Li kêleka şervanan me li ber xwe da."   Di rojên Berxwedana Serdemê de hemû şêniyên Efrînê erk û mîsyona parastina axa xwe hilgirtin ser milê xwe û bi hev re li ber xwe didan. Dayikan bi roleke pêşeng rabûn û ji têkoşerên ku di nava şer de xwarin amade dikirin. Tevî dijwariya şer jî, jinan têkoşerên di çeperên şer de bi tenê nedihiştin. Jina bi navê Cîhan Îbiş a 55 salî û kurê wê jî ji pakrewanên Berxwedana Serdemê ye axivî.    'Li dijî êrişên li ser Efrînê têkoşîneke bêhempa hat kirin'   Cîhanê bal kişand ser kêliyên berxwedana şêniyên Efrînê û wiha dest bi gotina xwe kir: "Di dema şerê Efrînê de em hemû gel û şervan yek dest bûn, me bi hev re li hember dagirkeriyê li ber xwe dida. Gelek berdêlên giranbuha me diyarî Efrînê kir. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk êrîşî Efrînê kir. Şerekî pir dijwar dihat meşandin û li hember wê têkoşîneke bêhempa jî hate meşandin. Me weke dayikan xwest em piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di çeperên şer de. Bi qasî hêz û vîna xwe me alîkarî dida şervanan û ji wan re xwarin amade dikir. Di nava şert û mercên zehmet de me jiyan diafirand."   'Balafiran cihê me topbaran dikir, dîsa me karê xwe domand'   Cîhanê di dewamiya gotina xwe de bal kişand ser hevgirtina dayikan a di nav şer de û wiha pê de çû: "Di bin topbarana balafiran de me ji şervanan re xwarin amade dikir. Ez bi xwe li navenda bajarê Efrînê bûm. Em hemû dayik bi hev re kom dibûn û me xwarin çêdikir. Rojekê balafirê li ber me da, lê dîsa jî me karê xwe domand û zarokên xwe di çeperan de birçî nehiştin. Şervan jî hemû zarokên me bûm, me xwarina wan ji wan re digihand mewziyên şer bê ku em ji balafirên dewleta tirk bitirsin. Rojekê min xwest ez xwarinê ji şervanan re bibim gundê Mehmûdiyê, balafirê li ber min da, lê min xwe xelas kir. Dema ez gihîştin nêzî gund, min gelek birîndar dîtin, wê çaxê çete jî ketibûn gund. Wê demê min bi alîkariya hin şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Rastî jî bûyereke pir bi êş e dema mirov bibîne zarokên wê birîndar bûne, lê armanca me ew bû em nehêlin dagirker me bê rûmet bike.  Bi şev û roj em di nav xebatê de bûn."   'Em mafê xwe yê vegerê dixwazin'   Cîhanê bi hêviyên vegerê wiha dawî li gotina xwe anî: "Êrîş hovane bûn, lê me li ber xwe da. Hemû dewletên navneteweyî li ser Efrînê bûne yek û hiştin ku dewleta tirk axa me dagir bike. Em mafê xwe yê vegerê dixwazin. Rast e em niha koçber in, lê em qet ji armancên xwe venagerin."