'Êrîşên 20'ê Çileyê wekheviya civakê hedef girtin' 2021-01-20 09:06:04   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên ku di Berxwedana Serdemê de bûn şahidê êrîş û kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk û komên girêdayî wê dan zanîn ku hemû êriş li dijî zagonên mirovahiyê bûn û gotin êrîşên 20'ê Çileyê wekheviya civakê hedef girtin.   Bi destpêkirina avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk a di Efrînê de, dewleta tirk dest bi gefên xwe kir. Di salên beriya êrîşan de sînor armanc girtin û yekser gelên sivîl bi guleyan hedef digirtin. Di 20'ê Çileya 2018'an dewleta tirk bi rengekî eşkere û li pêşiya çavên hemû cîhanê êrîşî Efrînê kir. Şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe xeta berxwedanê hilbijartin û li dijî êrîşên tund têkoşiyan. Têkildarî mijarê jinên ku di Berxwedana Serdemê de bûn şahidê êrîşên dewleta tirk axivîn.   'Sîstema li Efrînê sîstemeke demokratî bû '   Endama Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen diyar kir ku sîstema wekheviyê ya di Efrînê de hatibû rûniştadin bû sedema êrîşên dagirkeriyê û wiha domandin "Sîstema ku di Efrînê de hatibû rûniştandin sîstemeke demokrat bû, êdî civakê bi xwe rêveberiya xwe dikir. Ev sîstem li dijî zagon û hebûna desthilatdariyê bû, lewra dewleta tirk gef li Efrînê didan. Di sala 2017'an dewleta tirk dest bi gefên xwe kir û leşkerên xwe anîn ser sînorê Efrînê. Gundê Heman ê Cindirêsê û gundê Sorkê yê Racoyê tevlî axa tirkiyê kirin. Li hember komkirina leşkerên dewleta tirk li ser sînor gel bi çalakî û xwepêşandanan rabûn. Lê dewleta tirk yekser şêniyên sivîl hedef girt û gelek ji wan birîndar bûn. "   'Sîvîl hedef dihatin girtin'   Şêrînê wiha dewam kir: "Pilana hedefgirtina Efrînê hatibû erêkirin, lewra di 20'ê Çileya 2018'an dewleta tirk dest bi êrîşên xwe kir. Tevî biçûkbûna erdnîgariya Efrînê, dewleta tirk dîsa jî 72 balafirên şer rakir û her der da ber xwe. Dewleta tirk êrîşên xwe bi bihaneya ku cihên leşkerî hedef digire rewa dikir, lê di rastiya êrîşan de hemû gelên sivîl dihatin hedefgirtin.  Dema şande ji derveyî Efrînê dihatin piştgiriyê, dewleta tirk wan jî hedef digirt. Di şandeya duyemîn a ji Dêre Zorê hatibûn, pêkhateyekî ereb jiyana xwe ji dest da. Jinan digotin em bê zarok dikarin bijîn lê em bê welat nikarin bijîn. Vê yekê felsefa jiyana azad dida nîşandan."     'Şûnwarên li Efrînê hatin dizîn'   Hevseroka Desteya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehen Ehmed bal kişand ser dîroka Efrînê ya ku niha ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tên dizîn, talankirin û wiha dom kir: "Efrîn bi şûnwarên xwe tên nasîn, ji ber her bostek ji axa Efrînê cihê şûnwarekî bû. Ji cihên şûnwarî yên balkêş di Efrînê de Girê Cindirêsê û Kela Nebî Horî bû, di nav ewqas şûnwaran de weke Desteya Şûnwaran me hewil da em xwedî li mîrateya şaristaniyê derkevin. Lê mixabin bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a dagirker re, êrîşa yekem li ser Girê Eyn Darê hat û bi temamî hate rûxandin.  Her wiha Kela Nebî Horî jî bi dagirkirinê re şûnwarên wê hatin derxistin û ji dewletên navneteweyî hate firotin.  Yanî kele ji % 60 hate rûxandin û niha guhertinan di rastiya kela Nebî Horî de çêdikin. Di Efrînê de nêzî 80 Girên dîrokî hene, hemû hatine vekirin û şûnwarên wê hatin dizîn."   'Êrişî dîroka Efrînê jî dikin'   Esmehenê destnîşan bal kişand ser armancên dewleta ên hedefgirtina şûnwaran û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Êrîşên ser cihên dîrokî di Efrînê de bi armanca tunekirina dîroka gelê Efrînê ye.  Efrîn ji dîrokê de bi Çiyayê Kurmênc tê nasîn, ev jî hebûna kurdan li ser wê erdnîgariyê dide îsbatkirin. Ji dagirkirina Efrînê heta niha zêdetirî 78 cihên dîrokî yên balkêş hatine rûxandin. Weke erk dikeve ser milê me em van kiryaran belge bikin û ji bo cihên peywendîdar bi rê bikin. Li ser kiryarên ku derheqê şûnwarê Nebî Horî de hatiye kirin nêzî 7 rapor ji bo mafê mirovan hatine rêkirin, lê mixabin heta niha tu helwestek cidî nehatiye nîşandan. Ev dide diyarkirin ku dewletên navneteweyî şûnwarên dizî ji dewleta tirk dikirin."     'Êrişî xebatkarên tendirustiyê kirin'   Hemşîreya Heyva Sor a Kurdî ya li Herêma Efrînê Hemîde Ibrahîm ku bûbû şahida êrişên dewleta tirk qala bûyerên êrîşên dewleta tirk kir û wiha gotina xwe anî ziman: "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de yekser sivîl hedef digirtin, me weke kadroyên tenduristîyê bi çavên xwe dijwariya hovîtiyê didît. Di nav Berxwedana Serdemê de me birîndar radikirin nexweşxaneyê, lê di gelek cihan de ji ber dijwariya êrîşan zehmet bû em xwe bigihînin birîndaran. Di zagonên navneteweyî de tê zanîn ku kadroyên tenduristîyê divê ji êrîşan bên parastin, lê dewleta tirk li gor zagonên cîhanî tev nagere. Ambûlansa me di Cindirêsê de hate hedefgirtin, di encamê de hejmarek ji endamên Heyva Sor jiyana xwe ji dest dan. Dîsa noqteya me di navçeya Racoyê de hate topbarankirin û birînar li pey xwe hiştin. Di Efrînê de alavên tenduristiyê kêm bûn, lê tenê Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji bo me şandin, ji bilî wê tu alîyî hewil neda ku dermanan ji me re bi rê bikin."   'Di şer de du kurê min şehîd ketin'   Dayika du pakrewanên bi navê Çekdar Emenos û Demhat Efrîn, Eytan Silêman a 56 salî ya ji gundê Deraqliya ya navçeya Şera Efrînê ye têkildarî êrîşên ser Efrînê û şehadeta herdu kurên xwe ji me re axivî: "Dayikên Şehîdan di Efrînê de destanên qehremaniyê nîşan dan.  Dayikan di gund û navçeyên xwe de çek rakirin û parastina axa xwe dikirin. Li aliyekî din xwarin ji bo şervanên xwe çêdikirin. Me zarokên xwe şandin çeperên şer û li wir jî şehîd bûn. Kurê min Demhat di dîroka 27'ê Çileya 2018'an de Şehîd ket û piştî wî bi rojekê kurê min ê din Çekdar şehîd ket. Şehadeta herdu kurên min cihê serfiraziyê bû. Me berxwdana xwe bi vîneke mezin da meşandin. Dibe ku axa me hate dagirkirin, lê em bi riya vegerê bawer in. "