Xizmên girtiyan: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne 2021-01-20 09:05:07   SÊRT - Xizmên girtiyan ên li Sêrtê ji bo greva birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Gelo wê ev zilm heta kengê bidome? Daxwazên zarokên me daxwazên me ne divê bên qebûlkirin.”   Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û protestokirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Grev di roja 55’emîn de berdewam dike û heta niha bi sedan girtî tevlî çalakiyê bûn. Hikûmet û çapemeniya alîgir jî grevan nîşan nadin.    Her çiqas greva ku girtiyan daye destpêkirin di çapemeniyê de neyê nîşandan jî, grev bi îrade û hêzek mezin didome. Xizmên girtiyan diyar kirin ku grev bi îradeyek mezin didome û gotin tevî hikûmet bêdeng dimîne jî wê çalakî demek nêz de bigihêje armanca xwe.   ‘Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bide'    Leyla Teymur 4 sal in girtiye û li Girtîgeha Tarsusê dimîne. Dayika wê Gulîstan da zanîn ku keça wê sala borî 4 meh û nîvan di grevê de maye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Armancek wan girtiyan heye û divê demildest daxwazên girtiyan bînin cih. Em jî dixwazin zarokên me wek yên din di nava aramî û kêfxweşiyê de bijîn. Her kes xwedî maf e û çadek wan heye. Çima vî mafî nadin kurdan. Zarokên me li dijî neheqiyan ketin grevê. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Bila daxwazên wan demildest binîn cih.”   ‘Bila êdî dayik negirîn’   Gulîstanê da zanîn ku divê êdî dayik negirin û wiha pê de çû: “Divê li dijî neheqiya li girtîgehan tê jiyîn heyetek bê avakirin û divê daxwazên girtiyan bigihêjin gel. Em dayikên kurd bi salane digirin. Bila êdî dayik negirîn. Divê hemû cîhan li dijî van pêkanînan rabin ser piyan. Em yekitiyê dixwazin. Em razîne ku di kon de bijîn lê bi aştî û azadî bê. Ne tenê ji bo keça xwe niha bi sedan kes di grevê de ne."   ‘Ez bi keça xwe serbilindim’   Dayika girtiyên bi navê Abdulrahîm û Mele Îbrahîm Aşkara, Kudret Aşkara jî destnîşan kir ku daxwazên girtiyan gelek girîng in û got keçeke wê jî li dijî van dijhiqûqiyan tevlî HPG’ê bûye û du birayên wê jî hatine qetilkirin lê kujerên wan ne diyar in. Kudretê ev tişt anî ziman: “Keça min Rewşan Aşkara (Sema Koçer) li dijî van dijhiqûqiyên li birayê wê hatin kirin berê xwe da çiyê û piştre şehîd bû. Keça min niha li her derê cîhanê tê bibîranîn. Dema keça min çû çar kurê min di girtîgehê de bû. Roja keça min şehîd ket kurekî min tahliye bû. Ez bi keça xwe serbilindim. Zarokên min salek berê ketibûn grevê û dema ez diçûm serdana wan zarokên min roj bi roj li ber çavên min diheliyan.”   ‘Bi hezaran kes wek min e'    Kurdretê destnîşan kir ku ew vê zilma li Gelê Kurd hatiye kirin tu car ji bîr nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber pandemiyê her roj hişyarî tên kirin. Gelo rewşa girtiyan wê çawa be. Heta ku yek dilopek xwîn jî di damarên min de hebe ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez ê her tim li dijî bê hiqûqiyê têbikoşim. Bila êdî aştî û aramî bê vî welatî. Gelo wê ev zilm heta kengê bidome. Bi hezaran kes wek min e."