'Xweseriya zanîngehan hewce ye' 2021-01-20 09:03:46   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Egeyê diyar kirin ku xweseriya zanîngehan hewceye û gotin: "Divê xwendekar û hemû pêkhateyên zanîngehan tevlî çalakiyên protestoyan bibin û li hemberî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bînin ziman."    Rektorê AKP’ê Melîh Bulu ku wek qeyûm tayînê Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, di serî de ji aliyê xwendekaran ve û gelek aliyên civakê hat protestokirin. Ji Îzmîrê jî bertek hatin nîşandan. Ji hêla xwendekaran ve Piştevaniya Zanîngeha Îzmîrê hat avakirin. Xwendekarên ku di nava vê piştevaniyê de cih digirin diyar kirin ku rêveberî wek teşkîlata AKP’ê dixebitin û li dijî van pêkanînên li hember zanîngehan, banga têkoşîna hevpar li pêkhateyên zanîngehan hat kirin.    'Mafê gotinê ya xwendekaran nîne'    Xwendekara Zanîngeha Egeyê Pinar Usta da zanîn ku ji roja ku rektorê qeyûm tayînê zanîngeha Ege û 9’ê Eylulê ya Îzmîrê hatiye kirin, pêkanînên dijdemokatîk jî anîne û li ser xwendekaran zext tên kirin û got: “Bi pandemiyê re zanîngeh vala man û beyî daxwaza xwendekaran hinek bername û înşatên nû hatin çêkirin. Bertekên li dijî rektorê tayînê Zanîngeha Bogazîçî hatine nîşandan, bezandina sînorê hêrsê ye. Em nikarin di nava civakê de xwe bînin ziman û rê nadin me. Şert û mercên ku u em fikrên xwe bînin ziman nîne. Em li zanîngehan nikarin bernameyên xwe jî li dar bixin."    'Rêveberî wek teşkîlata AKP’ê dixebite'   Pinarê bi lêv kir ku rêveberiyên zanîngehê bi taybet jî rektor wek teşkîlata AKP’ê dixebite û wiha pê de çû: “Ji zanîngehan akademîsyenên ronakbîr hatin îxrackirin. Sermayedarên xwe tînin û bernameyan çêdkin an jî li zanîngehan piştgiriyê didin xwendekarên ku alîgirên wan e. Di vî alî de rêveberî ne destê me de ye. Ancax em bêjin ku em xwe bi rêve dibin. Di vî alî de em banga piştevaniyê li pêkhateyan dikin.”   'Bi GBT’ê zextan dikin'   Ji xwendekarên Zanîngeha Egeyê Derya Emren diyar kir ku hewl tê dayîn ku zanîngeh bê bandor bên hiştin û got di çalakiyên li dijî qeyûman de polîs bi hinceta ewlehiyê nasnameyên wan digirin û li qeyda wan ya GBT’ê dinêrin û got: “Tevî ku qada xwendekarane jî lêpirsîna ewlehiyê dikin. Em ê li dijî zextan berxwedana xwe bidomînin.”   'Divê akademî ji siyasetê dûr be'   Xwendekara zanîngeha Egeyê Gul Gokboga jî di axaftina xwede behsa demokratîk kirina zanîngehan kir û wiha axivî: "Ji bo zanîngehên demokratîk bibin divê pêkhateyên zanîngehan rektoran hilbijêrin û xwendekar tevlî biryaran bibin. Divê desthilatdarî xwe ji zanîngehan dûrbixin. Ev ji bo xweserbûna zanîngehan teqez pêwist e. Divê akademî jî ji siyasetê dûr bin. Hikûmet tên û derbas dibin. Ji ber vê divê ji akademiyan dûr bin. Lê AKP ji roja hatiye destê xwe dirêjî her derê dike.Di pêvajoya pandemiyê de ku rewşa welat her diçe giran dibe. Her wiha ez serhildana Bogaziçiyê gelekî bi nirx dibînim.”