Li Efrînê 3 salên dawî: Bi komkujiyan jiyan hedef hat girtin 2021-01-20 09:01:27   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Efrîna ku bi pergala vekheviyê dihat birêvebirin piştî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê veguherî qada dojehê û her roj binpêkirina mafan li Efrînê tê rojevê. Lê tevî hemû êrişan niha li Wargehên Hêvî û Berxwedanê têkoşîna gelê Efrînê didome.    Efrîn li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye. Li Bakurê Efrînê bajarê Kilîs û li Rojavayê wê jî bajarê Hatayê hene. Her wiha li Başûrê Efrînê Bajarokê Çiyayê Seman heye û li Rojhilat jî bajarê Ezazê heye. Ji aliyê erdîngariyê ve herêma Efrînê deşt û çiyayî ye. Efrîn ji 7 navçeyên bi navê Cindêris, Şêrewa, Şera, Bilbilê, Reco, Şiyê, Mabata û ji 366 gundan pêk tê.    Gelê Efrînê 58 rojî li berxwe da    Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer, sedan tank, obîs, bi hezaran leşkerên dewleta tirk, Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê û Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê dest bi êrîşên hewayî û bejahî kir. Tevî êrîşan Efrîniyan 58 rojan li ber xwe dan û kurd û dostên wan ji bo axa xwe biparêzin berê xwe dan Efrînê. Gelê Efrînê di bin topbarana dewleta tirk de serî hilda û serî netewand. Her wiha şandeyên piştgiriya Berxwedana Serdemê dikirin ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê. Di 23'yê Sibata 2018'an de karwanek ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema ku berê xwe didan navenda Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hat topbarankirin. Di encama topbaranê de du sivîlên ji Dêrezorê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Hewildanên dewleta tirk yên astengkirina şandeyan têk çû. Karwanê tevî topbarana dijwar ya dewleta tirk xwe gihandin navenda Efrînê û piştgiriya xwe nîşan dan.   Têkoşîna Efrîniyan di kampan de didome   Gelê Efrînê li rex şervanên YPJ/YPG û QSD'ê 58 rojan li ber xwe dan. Têkoşîna li dijî artêşa NATO'yê ya ku li Efrînê hat meşandin di dîrokê de cihekî taybet girt. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe Efrîn bi dijwarî topbaran kir û di encamê de bi dehan komkujî çêbûn. Lewra gelê Efrînê neçarî koçberiyê man. Dewleta tirk di 18'ê Adara 2020'an de û di nava bêdengiyeke navneteweyî de Efrîn kir bin kontrola xwe. Efrîniyên ku ji xaka xwe koçber bûn, têkoşîna xwe di kampên li Şehbayê de domandin.   Kiryarên di 2020'î de li Efrînê qewimîn   Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên di 2020'an de wiha eşkere kiribû: Li Efrînê tevî 9 jinan bi tevahî 58 kes hatin qetilkirin. Tevî 92 jinan 987 kes hatin revandin. Tevî 10 jinan 26 kesên ku hatibûn revandin hatin berdan. Gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin û şûnwarên Efrînê hatin dizîn. Ji bo çêkirina riya di navbera Cindêris û bajarê Hatayê, Tirkiyeyê zêdetirî 72 hezar dar hatin birîn. 250 mal hatin hilweşandin. Di 2020'an de 39 teqîn pêk hatin û di encamê de 170 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.   Bîlançoya sê salên li Efrînê   Ji 18'ê Adara 2018'an ve zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn. Dewleta tirk nêzikî 400 hezar sivîlên ji bajarê Dera, Idlib û Xutayê li Efrînê bi cih kir. Di dirêjahiya sê salan de 7 hezar û 343 kes hatin revandin û çarenûsa nîvê wan ne diyar e. 70 jin hatin qetilkirin jê 5 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 78 jin hatin tecawizkirin, her wiha jin rojane bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. 604 sivîl hatin qetilkirin. 498 di encama topbarana dewleta tirk de û 82 kes di ecama işkenceyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tevî 303 zarok û 213 jinî bi tevahî  696 kes birîndar bûn.   Li dijî xwezaya Efrînê jî êriş pêk hatin   314 hezar û 400 darên zeytûn û darên di nava daristanên Efrînê de hatin birîn. Her wiha 11 hezar darên zeytûnan, darên daristanê û 11 hezar hektar ji erdên çandiniyê hatin şewitandin. Bi hezaran mal hatin talankirin û gelek baregehên leşkerî hatin avakirin.   Bêdengiya rêxistinên navneteweyî   Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên mîna tecawiz, destdirêjî, talan, dizî, êrişên li ser xwezayê, koçberkirin, komkujî li dijî hemû pîvan û zagonên navneteweyî ne. Lê belê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî êrişan bertekên xurt nîşan nedan. Li dijî êrişên niha jî didomin bi sedan ji malbatên Efrînê li kampên Hêvî, Berxwedan, Serdem, Efrîn, Veger ên li Şehbayê bi hêviya vegera li ser axa xwe têdikoşin.