Komeleya Jinan a Starê: 24 kesî serî li me da 2021-01-19 17:09:32   WAN - Komeleya Jinan a Starê ya Wanê rapora xwe ya xebatê ya sala 2020'î aşkera kir û diyar kir ku di nava salekê de 24 jinan serî li wan daye.    Komeleya Jinan a Starê ya Wanê rapoara xwe ya xebatê ya sala 2020'î li avahiya komeleya xwe bi  civîneke ku ji çapemeniyê re li dar xist aşkera kir.  Rapor ji aliyê endama Komeleya Jinan a Starê  Serpa Guveç ve hat xwendin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevli civînê bûn.    Seroka Komeleyê Serap Guvenç, anî ziman ku ji bo rê li pêş tundiyê bê girtin, divê hemû rêxistin û saziyên civakî bi hev re têbikoşin û wiha got: "Di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser medya. Di hin rêzefîlm û reklaman de tundî derdikeve pêş. Divê çapemeniya dîtbarî û nivîskî êdî dest ji vê edeta xwe berdin û tundiyê pêş nexin.    '24 jinan serlêdan kir'    Serap, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê  li hemû cîhanê bûye pirsgirêkek sereke û wiha axivî: "Di sala 2020'an de 24 jinan serî li komeleya me dan û alîkarî xwestin. Me bi 55 jinan re hevdîtin kir. Me alîkarî û piştevaniya stargehê da 9 kesên ku jê 2 zarok û 3  ciwan bûn. Zarokan anîn ziman ku birayên wan û malbatên wan bi zorê wan didin zewicandin. Jin ji aliyê xizm û merivê xwe ve bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Jin û zarok herî zêde bi tundiya derûnî re rû bi rû dimînin. Herî zêde gef li wan tê xwarin û biçûk tên xistin. Parêzerên komeleyê piştgiriya hiqûqî û derûnî bi dildarî dan jin û zarokan."