'Pêwist e jin zanista Jineolojîyê nas bikin' 2021-01-19 16:46:25     Ferîde Zade   ŞEHBA - Endamên Komîteya Lêkolînên Jinolojiyê ya Şaxa Efrînê, derbarê girîngiya dîtina perwerdeya Jineolojîyê de wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Armanca vekirina perwerdeyê danasîna jinan a bi zanista jinê û girîngiya wê ya di civakê de ye. Bi taybet Rêber Apo ev zanist ji bo jinan pêşniyar kir, da ku jin bi xwe ji pirsgirêkan re bibe bersiv."   Di 9'ê Çileya 2021'an de li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê navenda Lêkolînên Jinolojîyê, hat vekirin. Bi vekirina navendê re Endamên Jineolojîyê dest bi rêzeperwerdekirina jinan kirin. Yekem perwerde di 17'ê Çileya 2021'an de hate destpêkirin, heya sê rojan dewam kir û îro jî bi dawî bû. Di perwerdeyê de 20 jin ji Endamên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û Endamên bajarê Helebê ku, beşdar bûn. Têkildarî perwerdeyê Endamên Komîteya Lêkolînên Jineolojîyê nêrîna xwe anîn ziman.    'Pêwit e jin zanista Jineolojîyê nas bikin'   Endama Komîteya Jineolojîyê ya Şaxa Efrînê ya li Şehbayê Zehrîban Hisên bal kişand ser girîngiya perwerdeya Jienolojîyê û wiha got: "Piştî vekirina navenda Jineolojîyê ya li Kantona Şehbayê, me dest bi vekirina perwerdeyan kir.  Di 17'ê Çileya 2021'an bi tevlîbûna endamên saziyên Rêvebriya Xweser, Kongreya Star û Endamên Jineolojîyê ya Helebê, perwerde hate destpêkirin. Armanca vekirina perwerdeyê danasîna jinan a bi zanista jinê û girîngiya wê ya di civakê de ye. Bi taybet piştî ku Rêber Apo ev zanist ji bo jinan pêşniyar kir ev derket pêş. Perwerde ji bo jinên ku xebata xwe di nav civakê didin meşandin pir pêwîst dike, da ku jin bi xwe ji pirsgirêkan re bibe bersiv. "   'Jineolojî zanistek xwe nû dike ye'   Endama Komîteya Jineolojîyê ya bajarê Helebê Yesmîn Mihemed diyar kir ku zanista Jineolojîyê her tim xwe nû dike û wiha pê de çû :"Zanista Jinolojîyê zanisteke guharbar e. Her tim bi hemû beşên xwe ve, xwe nû dike. Me xwest ku em di perwerdeyê de amede bibin, da ku zanista Jineolojî baş nas bikin û li gorî wê em karibin bi civakê bidin nasîn."   'Jineolojî hemû aliyên jinê pênase dike'   Yesminê da zanîn ku girîngiya Jineolojîyê di civakê de ew e ku hemû aliyên jinê pênase dike û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Divê em nas bikin ku çawa her tim zîhniyeta mêrperest vîna jinê asteng kiriye, da ku li hember vê zîhniyetê em hîmên têkoşînê ava bikin. Rêber Apo di sala 2008'ande projeya zanista jinê ji bo me derxist û niha dem dema em wek jin xwedî li fikrê azadiya jinê derbikevin. Jineolojî bi yek pêkhateya civakê re xwe sînordar nake, hewil dide xwe bigihîne hemû jinan."