Li dijî êrişan li Şehbayê daxuyanî hat dayin 2021-01-19 15:24:50     ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina rêvekirina êrîşan a Rûsyayê, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li pêşiya baregeha Rûsyayê daxuyanî da.   Di dîroka 19'ê Çileya 2018'an de Rûsya hêzên xwe ji Gundê Kefer Cenê kişand, vê vekişandinê rêyek ji êrîş û dagirkirina Efrînê re li pêşiya dewleta tirk vekir. Bi armanca şermezarkirina vekişandina hêzên Rusî ji Efrînê û rêvekirina ji êrişên dewleta tirk re, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi dirûşma "Na ji rêkeftina Rusî-Tirkî ku pê Efrîn dagir kirine û pêkanîna tewanên şer û tewanên dijmirovahiyê" daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya baregeha hêzên Rûsî li gundê Wehşiyê yê Kantona Şehbayê hate dayin. Bi sedan şêniyên Efrînê, endamên sazî û dezgehên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Ji kesên ku beşdar bûne şandeyek ji Rûsipiyên Efrînê Hej Mistefa, ji Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Fatme Lekto û ji Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Ibrahîm Şêxo, derbasî baregeha Rûsiyayê bûn û baxek kulîlkên reş dan wan.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakewanên azadiyê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    “Piştî rûdana kirîza li Sûrîyeyê û destwerdanên mezin ên aliyên herêmî, her wiha aliyên navneteweyî  gelek peyman li ser hesabê berjewandiyên gel hatin çêkirin. Yek ji wan rêkeftina Rûsî-Tirkî bû ku li gorî wê rê hate vekirin ku tirkiyeyê êrîş bike û Efrînê dagir bike. Armanca dewleta tirk qirkirina çand, dîrok, nasnameya Gelê Kurd bû û meşandina siyaseta guhertina demografiyê ya li herêmê bû.  Ji ber vê yekê peymana li ser Efrînê û dagirkirina wê derbeyek li dijî projeya Netewa Demokratîk dide nîşandan.   Bi dagirkirina Efrînê re ceteyên dewleta tirk dest bi pêkanînên dijmirovî yên derheqê gelên li Efrînê mane, kirin. Gel di Efrînê de rastî hemu cureyên  kiryarên wekî qetilkirin, revandin, êşkencekirin, tecewizkirin û guhertina demografiyê li Efrînê didomin. Bêdengiya dewletên navneteweyî tê wateya ku bi tirkiyeyê re hevkar in. Em weke şêniyên Efrînê bi tundî van kiryaran şermezar dikin, têkoşîna me wê li dijî dagirkeran bidome."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re" bi dawî bû.