Ciwanên şoreşger çalakiya xwe ya piştîvaniyê bi dawî kirin 2021-01-19 13:06:22     QAMIŞLO - Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn despêkirin, di roja 8’emîn de bi dawî kirin.    Di 12’ê Çileyê de Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca piştgiriya berxwedana zîndanan û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî 8 rojan ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirin. Konê çalakiyê li parka navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a taxa Siyahî li bajarê Qamişloyê hatibû vedan, her wiha rojane serdan û çalakiyên cur bi cur di bin kon de dihatin li darxstin.  Di roja dawî de Meclîsa Bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo serdana kon kir.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hate kirin.    Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dêrikê Hisên Mihmed berxwedana zîndanan silav kir û ev tişt got: ”Ev çend rojin ku hevalên me bi çalakiyên cur bi cur piştgiriya hevalên me yên di zîndanan de dikin. Em berxwedan û tekoşîna wan pîroz dibînin, êdî em ê her ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Dewleta tirk ji bo ku îradeya me bişkîne hevalên me dîl digire û cezayên giran li wan dibire.  Em dibêjin heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”   Paşê li dengê girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta tirk de hate guhdarkirin û soza bilindkirina têkoşînê hate dayin.   Ciwanan çalakiya xwe bi dirûşma ”Berxwedan jiyan e” bi dawî kirin.