Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 49 roj in didome 2021-01-19 10:53:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 49’an de berdewam dike.   Welatiyên Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakî di roja xwe ya 49’an de berdewam dike.    Her roj ji deverên cuda yên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên serdana konê berxwedanê û xwedî li asayîşê derdikevin.