Li Mexmûrê koma 17’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-01-19 10:20:37     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro ji hêla koma 17’emîn ve hat dewirgirtin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê ji koma 16’emîn hat dewrgirtin. Koma 17'emîn dest bi çalakiyê kir.    Çalakvanên koma 16’emîn di merasîma dewrkirinê de wiha got: “Heta ku em serokê xwe azad nekin em ê her tim çalakiyên xwe bidomînin. Banga me ji bo tevahî gelê kurdistanê çalakiyên xwe xurt bikin. Ji bo koma 17’emîn jî serkeftinê dixwezin.”   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.