Xwişka Z.Ç. ya ku tecawizî wê hatiye kirin: Bê deng nemînin 2021-01-19 10:15:22     MÊRDÎN - Osman Çur ê tecawizkar li gel rapora DNA’yê hatibû berdan ji aliyê malbata xwe ve bi dahol û zirneyê hat pêşwazîkirin. Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman bertek nîşanê vê yekê da û got: "Me ji edaletê bawer dikir lê edaletê piştgirî da tecawizkar. Ez banga piştevaniyê dikim."    Z.Ç. (17) ya ku di 2’yê tîrmeha 2020’an de ji Swisre hat navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê apê xwe Osman Çur ve rastî tecawizê hat. Osman Çur di daneşîna yekemîn de li gel encamên DNA’yê bi hinceta ku “Gumana revê tû neye” hatibû berdan û ji aliyê malabata xwe bi pêşengiya dahol, zurne û dîlanê re hat pêşwazîkirin. Xwişka Z.Ç. Pervîn Şîşman têkildarê vê yeke ji ajansa me re axivî û daxwazê piştgiriyê kir.   'Di danişîna yekem de hat berdan'    Pervîn Şîşman di axaftina xwe de bal kişand ser bûyerê û got: "Xwişka min ji bo serdana malbatê ji Swêdê hat Qoserê. Li wir Osman Çur ku apê me yê tecawizê xwişka min kir. Xwişka min bi sîstematîk bi tecawizê re rûbirû ma. Herî dawiyê ji Qoserê rêviya û hat Edenê cem min. Ez ji rewş û nêzikatiyên wê bi guman bûm. Min bi israr jê pirsî û wê ji min re qala tecawizê kir. Rewşa me ji xiraptir bû. Ez hîna wê dehşetê dijîm. Em hemû mane di bin bandora bûyerê de. Piştî ku em hatin serhemdê xwe me serî li serdozgeriyê da. Bi giliya me re Osman Çur ji mal reviya. Ez ji we dipirsim ger ku sûcê wî tune be çima reviye? Herî dawî polîsan wî girt û piştî îfadeyê wî serbest berdan. Piştî ku encamên DNA yê derketin dubare hat girtin û di daneşîna yekem de ew hat berdan.”   ‘Tecawizkar bi dahol û zurneyê derket'   Pervîn, diyar kir ku li gel delîlan tecawizkar serbest hat berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "DNA, revîna wî û îfadeyên wan ên gumanbar ji nebûn sedema girtina wî. Me ji dadê bawer dikir. Me digot ew ê bibe sedema cezagirtinê. Lê mixabin hemû hêviyên me serûbinî bû. Carek din dadê guhdarî jinê guhdarî zarokê nekir. Wan piştgirî da mêr. Ew ji ne bes bû tecawizkarê ku jiyana zarokek tarûmar kir bi dahol û zurneyê derket. Ez ji dayik im, niha dilê min diêşê. Ez ne wek xwişka wê ez weke dayikek bangewazî dikim. Bila herkes hestiyar be di vê mijarê de. Pêwîste herkes deng derxe. Ji dengê xwişka min re bibin deng.”   ‘Bi vê biryarê re jin tên heps kirin’   Li ser navê Platforma Jinan a Şahmaranê Meltem bi armanca piştgiriyê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em her roj bi qêrîna jinên ku rastî tundiyê, tecawizê û tacîzê hatine re şiyar dibin. Ji ber ku qetilkar û tecawizkar ji derve ne. Heya bi pêşengiya dahol û zurneyê re ji girtîgehan tên berdan. Dîmenên ku duh derketin holê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Li dijî wan dîmenan me jî duh li ser medyaya civakî çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Osman Çurê ku tecawizê biraziyê xwe kiriye li ber deriyê girtîgehê bi dahol û zurneyan hat pêşwazîkirin. We bi kîjan qanûnî Osman Çur hat tahliye kirin. Ev biryar hemû jinan dixe di nava çar dîwaran. Çiqas tecawizkar serbest tên berdan kirin jin jî li malê tên hepskirin. Dîwarên ku li dora me hatiya danîn em ê hilweşînin. Em ê serî rakin û heya dawî li pey wê dozê bin. Em ê nehêlin ku Osman Çur li derve serbest bigere."