Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 54'emîn de ne 2021-01-19 09:35:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 54'emîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 11'emîn didome û çalakî ket roja 54'an.