'Ferzkirina poşmaniyê parçeyek hewldana faşîzmê ye' 2021-01-19 09:08:12   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay, rewşa girtiyên ku tahliyeya wan hatiye û poşmanî lê hatine ferzkirin û cezayê wan hatiye dirêjkirin nirxand û diyar kir ku ev rêbaz hemû civakê di esasê de dike bin zextê û got divê li dijî hewldana faşîzmê têkoşîna yekbûyî hebe.   Girtiyên bi navê Dîdar Boza, Ceylan Bozkurt û Merve Nur Îşleyîcî ku di 9’ê çile de li Girtîgeha Jinan a Şakranê înfaza wan qediya, bi hinceta Rêziknameya Derbarê Nirxandin Girtiyan a bi Navendên Şopandinê nehatin tahliyekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Selpîl Kemalbay derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku ev pêkanîn berdewama polîtîka faşîzmê ye û balkişand ser grevên birçîbûnê û got têkoşîn ferz e.   Girtî di bin tehdîdê ne   Serpîlê diyar ki ku bi rêziknameyê, cezayê girtiyên ku qediyaye hatiye dirêjkirin û pirsên wekê îtîrafkarî û poşmaniyê ji wan hatine pirsîn. Serpîlê wiha got: "Beyî ku tiştekî şênber hebe, raporên derbarê ku zirarê didin kes û saziyan amade kirine û hewl dane ku girtina wan bidome. Ev teşeyê nû yê bêdadiyê ye. Ev girtî ji ber HDP’î ne bi kêfî tên girtin."   Hewldana mayînkirina faşîzmê ye   Serpîlê destnîşan kir ku ji hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an heta niha li ser muxalîfan tehdîd didome û qanûnan jî li gorî hejmara zêde ya li parlamentoyê diguherin û got: “Ev geşedanên dawî yek ji parçeyê polîtîkaya mayîndekirina faşîzmê ye. Ev raste rast girêdayê polîtîka tecrîdê ye jî. Desthilatdariya ku 40 sal zêdetire ji pevçûn û şer xwe xwedî dike, niha jî hîn bêtir çavsor dibe û alavên faşîzmê dikin dewrê.”   ‘Ev aliyekî din yê tecrîdê ye’   Serpîlê got polîtîkayê tecrîdê yên li Îmrali û girtîgehên din hatine zêdekirin, li derve jî pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî niha bi armanca rakirian tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê. Sê girtiyên jin jî bi şert nayên tahliyekirin û ev jî aliyekî din yê binpêkirina mafane. Malbat îtîrazên xwe dikin. Desthilatdarî ji ber ji daxwaza aştiyê ditirse girtîgehan wek koz di destê xwe dihêle. Desthilatdarî kesên di alî siyasî de nikare teslîm bigire wek tehdî dibîne û di asta tahliyê de dibêje ‘tu poşmanî an na.’ Tirkiye ji hiqûqa gerdunî ditirse. Tu faşîzm heta dawî nameşe."   ‘Divê her kes têbikoşe’   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Tirkiye li aliyekî behsa cihgirtina di Yekitiya Ewropayê dike û li aliyê din jî îmzeyê davêje pêkanînên dijhiqûqî û wiha dawî lê anî: “Li dijî hewldana faşîzmê divê têkoşîn bê dayîn. Li girtîgehan berxwedanên tên dayîn jî ji bo aştî û demokrasiyê tê dayîn. Ji ber vê divê ne tenê HDP’î hemû kes têbikoşin.”