‘Xweparastina cewherî mafê herî sereke ye’ 2021-01-19 09:07:06   COLEMÊRG - Jina bi navê Melek Îpek ku îşkence lê hat kirin, li gorî Peymana Stenbolê divê piştgiriya psîkolojîk bigirta lê li şûna wê hat girtin. Ji her alî Tirkiyeyê bertek li dijî vê hat nîşandan û endamên Meclîsa Jinan a Geverê ya HDP’ê jî diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn parastina cewherî ye.   Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê jina bi navê Melek Îpek li hember mêrê bi navê Ramazan Îpek ku îşkence lê kir, parastina cewherî pêk anî û kuşt. Melek Îpek piştî bûyerê bi birîndarî hat girtin. Endamên Meclîsa Jinan a Geverê ya HDP’ê diyar kirin ku divê Melek Îpek demildest bê berdan û bertek nîşanê biryara dadgehê dan.   ‘Parastina cewherî pêk neaniya wê bihata qetilkirin’   Selcan Saygi destnîşan kir ku Melek Îpek ji roja zewiciriye ji aliyê wî mêrî ve şîdet dîtiye û şîdet li ber çavên zarokên wê hatiye kirin. Selcanê wiha berdewam kir “Du rojan îşkenceya fîzîkî û zayendî lê hatiye kirin. Em wek jin û dayik tiştên hatiye serê wê baş fêm dikin. Tişta Melekê kiriye parastina cewherî ye. Em dibêjin ku ev maf e. Ger wê parastin pêk neaniya wê ew bihata qetilkirin.”   ‘Tiştên hatiye serê wê wisa hêsan nîne’   Selcanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di Destura Bingehîn de jî ev xweparastina cewherî ye. Divê nehatiba girtin. Divê ew û her du zarokên wê bi hev re piştgiriya psîkolojîk bigirin. Tiştên hatine jiyîn ji bo wê û zarokên wê ne hêsanin.Ji bo Melek nehat kuştin  divê neyê cezakirin. Em ligel Melekê ne û tişta kiriye mafê xweparastina cewherî ye.”   ‘Xweparastina cewherî mafê herî sereke ye’   Oznur Evîn jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku Melek hem rastî şîdeta fîzîkî û hem jî rastî ya zayendî hatiye û wiha pê de çû: “Bifikirin, ev tişt ji aliyê hevjîn ve tên kirin. Ji ber parastina cewherî pêk tê jî ceza dikin. Yanî beramberê vê dibe ceza. Ger ku Melekê ew nekuştiba wê wî mêrî Melek bikuşta. Parastina cewherî mafe me yê herî serekeye. Ez bang li hemû jinan dikim. Em ne mecburin bi tirsa kuştinê bijîn. Ji ber vê divê em li gel hev bin û bibin parêzvanên mafên hev. Cezakirina Melekê cezakirina hemû jinan e. Ji ber vê divê demildest bê berdan.”