‘Ligel astengiyan me kampanyaya xwe domand' 2021-01-19 09:06:26   SÊRT - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê Kezîban Dumlu bal kişand ser kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" û got: "Ligel hemû astengiyan me xebatên xwe domand û em gihaştin gelek jinan. Lê divê bê zanîn ku tu zext nikarin me ji têkoşîna mafdar dûr bixe."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kuştinên jinan, tacîzên zarokan û komkujiya xwezayê kampanyaya "Em xwe diparêzin" dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û bername hatin lidarxistin. Li Sêrtê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê xebatên xwe meşandin. Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê Kezîban Dumlu xebatên li Sêrtê ji ajansa me re nirxand.   ‘Em ê xebatan bidomînin’   Kezîbanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatan û got: "Di çarçoveya kampanyayê de bi jinan re li taxan hatine cem hev. Em çûn serdana jinên ku di qada tekstîlê de dixebitin. Me pirsgirêkên wan jinan guhdar kir û me xwest em pirsgirêkên wan çareser bikin. Me ji nêz ve dît ku hewcedariya jinan bi piştgirî û serdanên wisa hene. Me bi hewldan û xebatên xwe peyamek da jinan û me got em bi her awayî li cem we ne."    ‘Em bi astengiyan re tên rû hev’   Kezîbanê destnîşan kir ku hikûmet her tim xebatên jinan asteng dike û tevî vê jin bi awayekî xurt tevlî xebatan dibin û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya pandemiyê bandor li xebatan kir lê me bi rêbazên cuda ev çareser kir. Xebatên me ne di vê pêvajoyê de her tim hatin astengkirin. Lê em ji bo xwe bigihinin gel em xebatên xwe didomînin."   'Destkeftiyên jinan gelek in'    Kezîbanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi polîtîkayên tirsê hewl dan ku gel bitirsînin. Di encama van polîtîkayan de binçavkirin çêbûn. Ji paşerojê heta îro her tim zext hebûn lê jin her tim dijî vê bi awayekî xurt têkoşîna xwe domandin. Me wê tiştî di xebatên kampanyayê de dît. Destkeftiyên jinan gelek in. Tu car zext nikarin me ji têkoşîna mafdar dûr bixe.”