Dayika 2 girtiyan: Ji bo bidawîkirina tecrîdê serî rakin 2021-01-19 09:04:26   Medya Uren   MÊRDÎN -  Dayika girtîyên siyasî Abdullrahîm û Abdulqadir Baybars ên ku li dijî tecrîtê ketine greva birçîbûnê Resmiye Baybars, diyar kir ku her roj mafê girtiyan tê binpêkirin, hemû girtî di tecrîtê de ne û ji bo dawî li van pêkanînan were pêwîste her kes serî rake û bêje êdî bes e.   Çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li dijî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin di roja xwe ya 52’an de berdewam dike. Girtî diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih ew ê çalekiya xwe bidomînin. Resmiye Baybars a dayika girtiyên siyasî Abdulqadir ê di girtîgeha tîpa L ya Osmaniyê de di hucreya yek kesî de dimîne û Abdullrahîm ku di girtîgeha Tîpa T ya Sîlîvrî de dimîne ji ajansa me re axivî  û got ku ew her roj bi binpêkirinên mafan ku li derve û hundir tev de tên kirin re rûbirû ne. Resmiye di axaftina xwe de bang li hemû malbatên girtiyan kir û got divê em êdî serî rakirin û li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.    Girtiyê siyasî 4 sal e di hucreya yek kesî de tê girtin   Abdullrahîm (26) û birayê xwe Abdullqadir (25) di pêvajoya şerê xweseriyê de bi birîdarî hatin girtin. Abdullrahîm 16 sal ceza girt û sirgunê girtîgeha Tîpa L ya sergirtî ya Sîlîvrî hat kirin. Abdullqadir jî di heman salê de di temenê xwe yê 18 salî de hat girtin û sirgunê girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê hat kirin. Abdullqadir ê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn  4 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Her du bira jî li gel birîndariya wan tundiya gotinî û fizîkî li wan tê kirin.  Birînên wan ne hatin dermankirin û ji aliyê personelên girtîgehan ve zextên li wan tên kirin berdewam dikin. Dayika wan Resmiye jî di derbarê vê yekê de berteka xwe nîşan da û got zarokên wê di nava tecrîta girankirî de ne.   ‘Ji hemû mafên xwe tên mehrumkirin’   Resmiye bal kişand ser binpêkirna mafan a di girtîgehan de û got tecrît li ser hemû girtiyan e. Resmiye wiha berdewam kir: “Li vî welatî her tişt suc e. Di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê ji suce tê dîtin, xwedî li zimanê xwe derketin, xwedî li nasnameya xwe derketin suç tê dîtin. Girtiyên siyasî jî bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Lê wijdane kesekî li hemberî vê aciz nabe. Mafên wan yên tendirustiyê, dermankirinê, ewlehiyê, hevdîtinê her wiha hemû mafên wan tên binpêkirin. Abdullqadir birîndar e nayê tedavî kirin û ji bo êşa wan hinekî kêm jî bibe derman nayê dayîn. Birîna Abdulqadîr îltihab girtiye û nayê dermankriin.”   ‘Ew terka mirinê kirine’   Resmiye bal kişand ser axaftinê ku bi zarokên xwe re kirine jî û wiha berdewam kir: “Dema em bi telefonê bi zarokên xwe re diaxivin jî em tên astengkirin. Dema ew qala pirsgirêkên di girtîgehê de rû didin dikin telefon tê qûtkirin. Ji ber wê yekê jî em nikarin di derbarê wan de  zêde bibin xwedî agahî. Lê li gorî ku ji me re ragihandine dibêjin dema ku xwarin ji wan re tê gelek tiştên pîs derdikevin ku ji mecbûrî neçar dimînin bixwin. Ava gemarî didin wan. Xudê dizane ava wan ya qirêj li wan vedigerînin. Zarokên min dibêjin em nikarin wê avê ji vexwin. Ango di kantînê de eşya bi bihayên giran tên firotin. Di pêvajoya pandemiyê de li rex ku ji wan re nabin alîkar ji bo ku ew bi xwe ewlehiya xwe bigirin jî tên astengkirin. Girtî di tengasiyê de ne. Em ji mexdur dibin.”   ‘Daxwaza girtiyan pêkanîna hiqûqê ye’   Resmiyeyê bal kişand ser grevên birçîbûnê ku girtî bi armanca bidawîkirina tecrîtê dane destpêkirin û wiha got: “Geh ji derve geh jî di hundir de em her roj bi buyerek nû ya binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Daxwaza girtiyan pêkanîna hiqûqê ye. Ji ber wê sedemê ji girtî di daxwaza xwe de mafdarin û em weke malbat jî heta dawî li pey wanin. Pêwîste ku rojek pêşiya rojekê daxwaza wan pêk bînin ku şkandina tecrîdê wê rê li ber demokrasiyê ji veke. Ji bo zarokên me zerarê nebînin ji divê her kes serî rake. Em malbat ji bi wan re birçî ne. Ji bîr nekin ne tenê zarokên me di girtîgehê de ne em ji bi wan re di girtîgehê de ne û di greva birçîbûnê de ne.”