'Li dijî tecrîdê yekitî pêwist e' 2021-01-19 09:02:38   Safiye Alagaş - Sema Çaglak    AMED - Siyasetmedarên jin ji bo greva birçîbûnê bangevaziya xwedîderketina li çalakiyê kirin û gotin: "Heke em xwedî li berxwedana girtiyan dernekevin dê encamên xirab derkevin holê. Loma jî li dijî binpêkirina mafên girtiyan û tecrîdê yekitiyek topyekûn pêwist e."   Girtiyên PKK'yî PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Niha bi koma 11'emîn 54 roj in jî greva birçîbûnê didome. Her wiha malbat û girtî her roj bangewaziyên piştevaniyê dikin. Siyasetmedarên jin ji ajansa me re behsa greva birçîbûnê kirin û her wiha bangevaziya xwedîderketina li çalakiyê kirin.    ‘Ji bo rakirina tecrîdê çareseriyek bingehîn divê’   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Peyasa Amedê Songul Kapanci diyar kir ku heta ev binpêkirin û tecrîd ji holê ranebe dê girtî her tim serî li çalakiyan bidin û got: “Têkoşîna girtiyan a herî mezin grevên birçîbûnê ye. Di dîrokê de heya niha grevên birçîbûnê cihekî girîng girtiye. Ji ber ku ji bo girtiyan çareseriyek din nîne. Di destê wan de tenê bedenên wan hene û bedene xwe didin ber mirinê. Tu kes ji bo kêfa xwe serî li greva birçîbûnê nade. Lê belê heke li cihekê binpêkirina mafên bikeve astekê jor dê ew çaxê çarenûsek din namîne. Tecrîda li ser Îmralî di şexsê birêz Ocalan de xwe gihandiye hemû girtîgehan. Lewra divê ji bo rakirina tecrîdê çareseriyek bingehîn pêk were. Hemû mafên girtiyan a ji bo hevdîtina malbat, parêzer û telefonê heye. Ev di hîqûqê de cih digire. Lê li Îmralîyê û li girtîgehên din hiqûq tê binpêkirin. Hemû girtî tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin."    ‘Îro tê xwestin 12’yê Îlonê jinûve zindî bikin’   Songul destnîşan kir ku îro tê xwestin 12’yê Îlonê jinûve zindî bikin û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Gelê Kurd her cûreya faşîzmê dîtiye û îro bi awayekî cuda ev faşizm dîsa dikeve pêşberê me. Em Gelê Kurd têgehek wisa qebûl nakin. Ango em ê vê berxwedanê heta ku vê gelê xwe azad bixin dê berdewam bikin. Em îro tecrîdê nikarin tenê bi li ser Gelê Kurd re rave bikin. Di heman demê de li ser tirkan jî heye. Wekî ku tê dîtin êdî xelk bûye mûxtacê nanekî. Li Tirkiye û tevahî Rojhîlata Navîn qeyranek pir giran ên aborî, siyasî û civakî heye. Lê belê di pêvajoya 2013-2015’an de raya giştî û ya Tirkiyê hêza çareserkirinê ya Birêz Ocalan dîtibû. Ji roja roj de derbarê pirsgirêka kurd, meseleya jinê, aborî, hîqûqê de xwedî pêşniyarên çareseriyê yên xweser in. Ji aliyê Tirkiyê jî ew tişt baş dizane ku Birêz Ocalan tim û tim ji bo çareseriyê û aştiyekê mayînde hewil daye û pêşniyaran dike. Lê çawa ku di ev pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hate qedandin ew çaxê jî cûrbicûr pirsgirêkan rû dan û ew qeyrana ku Rojhîlata Navîn têde ye her ku diçe xwe kûr dibe."    ‘Bi xwedîderketinê ev têkoşîn dikare encamê bigire’   Songul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bang li hemû malbatan dikim ku heke em nebin yek, piştgiriya girtiyan nekin û her wiha xwedî li têkoşîna wan dernekevin dê encamên xirab derkevin holê. Me salên 80’î, 90’î dît. Ceribandina Gelê Kurd di hêla têkoşîn û grevên birçîbûnê de heye. Xwedî derketin berpirsyariya hemû kurdan e. Tenê xwedîderketinê li çalakiyan dê encamek bide. Girtiyên me bedena xwe dane ber mirinê, Gelê Kurd çawa bi aramî li cihê xwe dikarin rûnin, nayê fêm kirin. Loma li dijî binpêkirin û tecrîdê yekitiyek topyekûn pêwist e.”   ‘Em bi têkoşînek gelemperî dikarin tecrîdê bişkînin’   Endama Meclîsa HDP’ê ya Karazê Jale Okkan jî diyar kir ku girtî pêngava berxwedan û azadiyê avêtine û wiha got: “Divê dengê çalakiya grevên birçîbûnê xwe bigihîne her qadên civakê. Baş tê zanîn ku tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e. Ev çalakiya grevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîdê wek derfetek e pêşiya me ye. Heke bi piştgiriyek xurt û xwedî derketinek girseyî pêk were dê têkoşîn bi ser keve. Li ser mafê Gelê Kurd tecrîdek mezin heye. Em dikarin bi, hev re ev zilm û binpêkirinê têk bibin.”