Çalakiya konê piştevaniya berxwedana zindanan bi dawî bû 2021-01-18 18:37:07   HESEKÊ - Çalakiya Konê pişgiriya berxwedana zindanan ku ev 7 rojin li bajarê Hesekê dewam dikir bi meşekê girseyî bi dawî bû.   Çalakiya ji bo pişgiriya berxwedana gireva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta tirk de di roja xwe ya 7 an de ji aliyê Tevgera Ciwanê Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatiye li darxistin, bi meşekê girseyî bi dawî bû. Meş li ber Dêra Aşûriya ya taxa Til Hecer bi tevlîbûna saziyên Civaka Sivîl dest pê kir. MeşvanalênTevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Em ê teqez bi ser kevin" hilgirtibûn. Meş li qada Ethroya Suryanan ve guherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê ê bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan Azî Hesekê ve hat xwendin û wiha got: "Me weke jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi çalakiya piştgiriya berxwedana zindanan kiriye. Em ê her li qadan bin heya em bighêjin azadiya RêberApo. Bang li tevahî ciwanan dikin ku li hember dagirkerî û faşîzmê dakevin qadan da ku em bi hev re serkeftî misoger bikin."   Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.