3 jinên ku li Kerboranê hatin binçavkirin hatin berdan 2021-01-18 12:09:29   MÊRDÎN - 22 kes li Mêrdînê hatibûn binçavkirin û piştî 8 rojan Fahriye Ercan, Emîne Gevcan û Rabîa Arjîn Gevcan a ducanî serbest hatin berdan.    Di 11'ê çileyê de li taxa  Xelîlaya Kerborana Mêrdînê bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kirinê" cendermeyan bi ser malan de girtin û di encamê de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesan 17 kes piştî îfadeya wan li Fermandariya Cendermayan hat girtin serbest hatibûn berdan. Lê dema binçavkirina Fahriye Ercan (74), Emîne Gevcan (67), Rabia Arjin Gevcan Yîgît (23) a 3 meh in ducanî ye, Mustafa Aslan (45), Mehmet Nezir Duman (59) hatibu dirêj kirin.   Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin wan serqê dozgeriyê kirin. Li dozgeriyê Fahriye Ercan, Rabîa Arjîn Gevcan Yîgît a dûcanî û Emîne Gevcan serbest hatin berdan. Îfadeyên 2 kesên din li dozgeriyê didome.