Li girtîgehan pirtûkên kurdî qedexe ne: Divê civak bêdeng nemîne 2021-01-18 09:07:14   STENBOL - 4 pirtûkên ku ji bo girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne hatin şandin, bi hinceta kurdî bûn hatin desteserkirin. Rêvebera MA-TUHAYDER’ê Fatma Akaltun balkişand ser zextên li girtîgehan zêde bûne û got divê berteka civakî derkeve holê.   Girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafan yên tên jiyîn bê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Lê li binpêkirinên mafan ên girtîgehê roj bi roj yên nû zêde dibin. Girtiya bi navê Remziye Coşmuşlu li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne û hefteya borî xizmek wê ku çû hevdîtinê 4 pirtûk yên Selîm Temo, Evîn Şîkakî, Alî Aydin Çîçek û Soran Amed jê re bir lê rêveberiyê bi hinceta Kurdî hatine nivîsin pirtûk desteser kirin. Fatma Akaltun ya rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MA-TUHAYDER) û çûbû hevdîtina Reyhan Coşmuşlu der barê mijarê de axivî.   ‘Bila pirtûka kurdî wergerin Tirkî’   Fatmayê diyar kir ku sê sale ji bo serdana girtiyan diçe girtîgeha Bakirkoyê û got: “Ez jî di girtîgehê de mame. Pêvajoya dawî de girtiyan pirtûkên Kurdî xwestin. Min pirtûk birin û îdarê jî girt. Negotin qedexe heye. Pirtûk girtin û gotin wê hinek bidin sekinandin. Du hefte şûnde em dîsa çûn girtîgehê. Min pirtûk ji peywirdar pirsîn, got nehatiye dayîn. Sedem jî ev e ku divê wergerîn Tirkî. Gotin ‘wergerînin Tirkî em wisa digirin.’ hevala ez çû hevdîtina wê jî got bi nivîsê teblîg kirine ji wan re.”   ‘Bandrola wan hebû’   Fatmayê destnîşan kir ku pirtûk ne pirtûkên qedexe bûne û bandrola wan hebûye û pirtûkên helbest, lêkolîn û gramerê bûne. Fatmayê bertek nîşan da û got tevî ku bandrola pirtûkan hebûye û ne qedexe bûye jî negirtine hundir.   ‘Divê tecrîd bê rakirin’   Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Ez jî 4 mehan girtî mam. Şertên girtîgehê gelek xerabin. Helwesta peywirdaran, serdegirtina koxuşan, gelek pêkanînên din hene. Xwarinên wan gelek xerabin. Girtî gelek pirsgirêkan dijîn. Bi pandemiyê re pirsgirêk zêde bûn. Gelek nikarin biçin revîr û nexweşxanê. Dema diçin jî tên tecrîdkirin. Niha girtî di grevê de ne. Daxwaza wan ya sereke bidawîbûna tecrîda Îmraliyê ye. Divê dewlet û rayagiştî bêdeng nemîne. Em naxwazin ev çalakî veguherin rojiya mirinê û şehadestan. Divê dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn. Ji bo em bi girtiyan re bên cem hev me daxwaza hevdîtinê kir. Lê nehat qebûlkirin. Ji bo xizmên girtiyan jî koda HES ferz dikin. Gelek malbat nizanin bikar bînin. lê kes jî nabe alîkar. Di alî girtina koda HES de pirsgirêk tên jiyîn. Xebatkar bi rehetî dikevin hundir. Lê li malbatan jî vê ferz dikin. Divê civak bertekê nîşan bide. Tenê bi malbatan nabe. Divê em bêdeng nemînin.”