Dayikên Aştiyê: Bila zarokên me di zindanan de nemirin 2021-01-18 09:03:30   SÊRT - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku daxwazên mafdar yên girtiyan hene û gotin divê êdî dayik negirîn. Dayikên Aştiyê ev bang kirin: “Êdî bes e, bila zarokên me li zindanan nemirin. Gelo qet wijdanê dewletê tune ye. Bila gûh bidin dengê girtiyan.”   Girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafan yên tên jiyîn bê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Greva ku her diçe belav dibe , koma 11’emîn niha çalakiyê didomîne. Dayikên Aştiyê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê daxwazên zarokên wan bên cih û banga hestiyariyê li Gelê Kurd û aliyên bi hestiyar kirin.   ‘Bila kezeba dayikan neşewite’   Girtiyê bi navê Abdulmecît Aslan di 2012’an de ketibû grevê û 68 rojan di grevê de mabû. Dayika wî Maşallah Işik Aslan bi lêv kir ku divê daxwazên girtiyan bên cih û wiha pê de çû: “Kurê min berê 68 rojan di grevê de mabû. Piştî vê li bedena wî texrîbat çêbibû û ji ber van texrîbatan salek şûnde jiyana xwe ji dest da. Kezeba min şewitî bila ya dayikên din neşewite.”   ‘Heta daxwaz neyên cih em ê bêdeng nemînin’   Maşalahê bang li wezareta dadê kir û destnîşan kir ku hîna dereng nebûye bila daxwazên girtiyan bên bicihanîn û ev tişt anî ziman: “Bila cenazeyê tu ciwanî neçe ji dayikên wan re. Êdî bes e, em tenê vê dixwazin. Zarokên me ji bo vî welatî têdkoşin. Heta daxwazên zarokên me neyên cih em ê têbikoşin.”   ‘Bila gûh bidin daxwazên girtiyan’   Dayika Aştiyê Vetha Kaçar jî daxuyakirin ku bi salane girtî li ber xwe didin û got: “Em naxwazin cenazeyê ciwanan bê. Tu wijdanê dewletê tune ye. Daxwazên girtiyan bi qasî avê pêwistin. Êdî bes e, bila zarokên me nemirin. Zarokên me li wir dihelin. Gelo rayedar çawa rehet radizên. Grev bandorek mezin li ser bedenê dike. Hinek girtî 30 salin girtî ne. Gelo bi dewletê re qet wijdan tune ye. Ji ber pandemiyê nabin nexweşxanê jî. Bila wezareta dadê gûh bide daxwazên girtiyan. Yekane daxwaza me ev e.”