Bihabûna gazê berê welatiyan da sobeyê 2021-01-18 09:02:37   WAN - Ji ber bihabûna gaza xwezayî, welatiyên li Wanê her çiqas sobe bi xeter bin jî berê xwe dan sobeyan.   Welatiyên li dijî krîza aborî ya her diçe giran dibe, bê çare dimînin, di 2020’î de hinekan li kolanê xwe şewitandin û hinekan jî bi fatureyên di bêrîka xwe de dawî li jiyana xwe anîn. Zemîn ku bê navber tên kirin welatiyan dikin zehmetiyê. Xurek, sebze û fatureyên av, ceyran û gazê welatî bêzar kirine. Li Wanê di van rojên ku serma zêde ye de welatiyan li dijî bihayên ceyran û gazê wek alternatîf berê xwe dane soba êzingan.   Welatiyên di van rojên zivistanê yên sar û dirêj de berê xwe dan sobeyên Turbo, lê ji ber bihayê wan ji hezar û 500’î dest pê dike vê carê berê xwe dan sobeyên sac. Welatiyên diçin Sûka Sobeyan li vir bi nîvê bihayê sobeyên Turbo sobeyên êzingan dibînin.   'Tenê dewlemend dikarin gaza xwezayî bi kar bînin'   Bihayê sobeyên sac li gorî cureyên wan  diguherin û ya herî erzan bi 150 TL û boryek wê 12 TL û herî kêm dibê 5 borî bên girtin. Ligel alavên din yên ligel sobeyê bi giştî buhayê sobeyekê digihêje 350 TL. Altun Demîr a li sûkê bi firoşkar re bazara sobê dikir wiha got: “Dewlemend dikarin gaza  xwezayî bi kar bînin. Em xizan nikarin bi kar bînin. Min hezar û 500 TL da sobê. Min alavên wê yên din jî ji vir girtin. Ez ji sobê hez dikim. Herî kêm wê 10 salan ev sobe me îdare bike. Lê ya girîng kalîta komirê ye. Komira dewletê daye me naşewite, bê kalîte ye. Her wiha me komir jî girt. Li ser me çû 3 hezarî.”   Veguherî îşkeneceyê'   Welatiyên wekê din alternatîfa wan tune neçarin sobê pêxin û ji ber sobeyan jî gelek caran qeza jahrî dertê holê. Welatiyên bi taybet komira tê belavkirin bi kar tînin gelek caran di encama gaza karbondîoksîtê  de jehrî dibin û jiyana xwe ji dest dane û bi taybet ji bo zarokên biçûk gelek xeter e ku gelek caran ev zarok ji ber sobeyê şiwitne. Hewcedariya herî sereke ya germbûnê ji bo welatiyan vediguhere îşkenceyê.