ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-18 09:00:00   *Yek ji jinên perçeyek ji têkoşîna Berxwedana Serdemê Xaliye Mihemed a ku xwarin ji têkoşeran amade dikir da zanîn ku berxwedanake dîrokî li Efrînê hat jiyîn û wiha got:"Dayikên ku xwarin amade dikirin bi rojan nediçûn malê ji ber hêviyên wan ên serkeftinê ji her tiştî bi qiymetir bûn." DÎMEN HEYE   *Ji ber bihabûna gaza xwezayî, welatiyên li Wanê her çiqas sobe bi xeter bin jî berê xwe dan sobeyan. DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku daxwazên mafdar yên girtiyan hene û gotin divê êdî dayik negirîn. Dayikên Aştiyê ev bang kirin: “Êdî bes e, bila zarokên me li zindanan nemirin. Gelo qet wijdanê dewletê tune ye. Bila gûh bidin dengê girtiyan.” DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku girtina Melek Îpek, dibe sedema pêşîgirtina bikaranîna mafê wê yê parastina cewherî û diyar kirin ku divê Peymana Stenbolê pêk bê û Melek bê berdan. DÎMEN HEYE   *Zuleyha Gulum a der barê çalakiyên li dijî ‘rektorê wekî qeyûm’ hat tayînkirin yê Zanîngeha Bogazîçî didome, nirxandin kir û diyar kir ku çalakiyên heyî encama êrîş û zextên desthilatdariyê ne û got: “Yekane riya welatekî demokratîk, aştiyane û bi edelet ji tifaqa demokrasiyê derbas dibe.” DÎMEN HEYE   *Sêwirînera Modelan Kamla Hiso ya ji bajarê Qamişlo ye û koçberî Elmanyayê bûye li welatê Almaniyayê li koçberiyê jî li pey xwnên xwe çûye û xwestiye ku bibe dîzanyera modelan û projeyên ku nasnameya wê ya kurdî nişan didin pêş xistiye. DÎMEN HEYE    *4 pirtûkên ku ji bo girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne hatin şandin, bi hinceta kurdî bûn hatin desteserkirin. Rêvebera MA-TUHAYDER’ê Fatma Akaltun balkişand ser zextên li girtîgehan zêde bûne û got divê berteka civakî derkeve holê. DÎMEN HEYE   *Dê li Şehbayê daxuyaniya parêzeran a têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê bê dayin. (12.00)   *Dê bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê li Şehbayê meş bê lidarxistin. (11.00)