Karkerên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2021-01-17 17:37:00   MEXMÛR - Karkerên Mexmûrî ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan li wargehê bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.    Ji ber rêgiriya PDK’ê, karkerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berê xwe didin bajarên Îraqê.   Wesayîta karkerên ku danê sibehê xwestin biçin Bexdayê kar tê de, li ser riya navçeya Şirgat û Bêcî yên bajarê Selahedînê, saet di 06:40 an de qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Geyare ya Musilê û yên jiyana xwe jî ji dest dan wekî şehîdên kedê hatin îlankirin û bi merasîmê hatin definkirin.    Kesên jiyana xwe ji dest dan li Navenda Çand û Hunerê bi merasîmeke girseyî ji hêla gel ve hatin pêşwazîkirin. Beriya ku merasîm dest pê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqek rêz hat giritin. Li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Meclîsa Gel Mamoste Hecî Kaçan axivî û got: “Em di serî de tevahî Şehîdên şoreşê bi bîr tînin û dibêjin serê şêniyên wargehê saxbe. Weke şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di jiyana xwe yA penaberî de gelek rojê bi vî rengî me derbas kirine. Îro jî çar ciwanên bedew di encama qezayê de jiyana xwe dest dan. Em dubare ji bo tevahî şêniyên wargehê ser saxiyê dixwezin. ”   Malbatên her çar şehîdan jî axivîn û gotin: “ Em spasiya xwe pêşkêşî tevahî şêniyên wargehê dikin ku êşa me parve kirin. Şehîd ne tenê şehîdên me ne şehîdên tevahî kurdistanê ne. Dubare serê şêniyên wargehê jî sax be.”   Merasîm bi duruşma “ Bijî Serok Apo” , “ Şehîd Namirin” bi dawî bû.   Piştî merasîmê şêniyên wargehê her çar şehîdên xwe spartin axê. Ji bo her çar şehîdan li Saziya Malbatên Şehîdan wê ji bo du rojan sersaxî bên qebulkirin.    Navên karkerên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Denîz Xelîl Denîz, Mehmud Sîso Tahir , Hogir Musa Yusuf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê ye.    Navê karkerên birîndar jî wiha ye ; Ferhat Xelîl Denîz, Serbest Nazimî Zîyav e.