'Sala 2021'ê dê bibe sala rizgarkirina Efrînê' 2021-01-17 14:30:55   ŞEHBA - Şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên 20'ê çileya 2018'an daketin qadan.    Meclîsa Kantona Efrînê êrîşên dewlete tirk ên 20'ê çileya 2018'an bi meşekê girseyî bi dirûşma "Bi vîn û ramanên azad em ê sala 2021'ê bikin sala serfketin û rizgarkirina Efrînê" li gundê Til Qirehê şermezar kirin. Şêniyên Ehrez, Ehdas û wargeha Serdemê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Na ji qetilkirina zarokan re", "Na ji bêdengiya dewletên navneteweyî re" û "Na ji guhertina demografiyê re" hatin hildan. Her wiha di meşê de dirûşmên  "Efrîn Efrîna me ye, veger soza me ye" hatin berzkirin.   'Em dev ji berxwedana xwe bernadin'   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Asiye Ebdo êrîşên dewleta tirk ên 2018'an de şermezar kirin û got: "Di sala 2018'an de êrşên mezin li ser Efrînê hatin kirin û şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe para xwe ji wan êrîşên hovane girtin. Armanca êrîşan ew bû ku vîna Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînin. Ruxmê ewqas êrîşên hov şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Ji her malbatekê herî kêm kesek jiyana xwe ji dest da. Lê li ruxmê wê jî dev ji berxwedaniya xwe bernedan."   'Li Efrînê berxwedanek mezin pêk hat'   Endama Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Nîmet Elîko êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha domand: "Dewleta tirk di 20'ê Çileyê de bi awayê hovane êrîşî me kir, lê ruxmê ewqas êrîşên giran jin, dayik û zarokan li ber xwe dan. Yek ji armanca êrîşên dewleta tirk ew bû ku vîna jina azad têk bibe. Dewleta tirk bi êrîşên xwe xwest çavê jinan bitirsînê. Lê jinên kurd roj bi roj bi hêztir bûn û ji her demê zêdetir xwedî li destkeftiyên xwe derketin."   'Bi ruhê berxwedanê Efrînê rizgar bikin'    Endamê Meclîsa Wargeha Serdemê Reşîd Qeblon jî wiha got: "Em hêza xwe ya herî mezin ji fikir û felsefeya Rêber Apo digirin. Ji bo wê li Efrînê li dijî tang û topên dewleta tirk me 58 rojan li ber xwe da. Niha em li kampan berxwedana xwe didomînin, lê armanca me ew e ku em bi ruhê berxwedanê  Efrînê rizgar bikin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.