Wesayita karkerên ji Mexmûrê tê de qulipî! 2021-01-17 11:26:08     MEXMÛR - Wesayîta karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê tê de ku ber bi Bexdayê ve diçû, qulipî. Di encamê de 4 karkerên ji  wargehê jiyana xwe ji dest dan.   Ji ber rêgirtina PDK’ê karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê berê xwe didin bajarên Iraqê. Wesayîta karkerên ku danê sibehê xwestin biçin Bexdayê kar tê de, li ser rêya navçeya Şirgat û Bêcî yên bajarê Selahedîn, saet di 06:40 an de qulipî. Di encamê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn.