'Rêxistinbûn Serkeftinê Mîsoger dike' 2021-01-17 11:10:28     Evîn Zenda/Elmas Nayif   ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rêze civînên xwe berdewam dike. Civîna vê carê li Bejrokê Xanesorê yê Girêdayî Şengalê hate li darxistin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kiribû ku wê bi armanca rêxistinkirinê rêzecivînan li tevahî Gundên Şengalê li darbixe. Di vê çarçoveyê de  heta niha li gundê Borik, Guhbel ên şengalê civîn hatine li darxistin. Îro jî  berdewamiya rêzecivînan li Gundê Xanesorê bû. Civîn ji aliyê endama TAJÊ Sulale Kasim û Emşê Şengali ve hate birêvebirin.   'Em têkoşeran silav dikin'   Piştî deqeyek Rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdan Emşê Şengalî dest bi axaftinê kir û got: “Mijarên civîna me ya îro pir girîngin. Ji ber ku Şengal di demeke hesas re derbas dibe. Êrîşek li ser şêniyên Şengalê û li beramberê wê berxwedaneke mezin ya şêniyên Şengalê heye û bi taybet jî jin di berxwedanê de ne. Her wiha bi pilanan ve girêdayî di despêka salê de gelek ciwanên me û jinên ciwan xwe dikûjin em weke civaka Êzidî divê van mijaran baş tehlil bikin. divê em xwe perwerde bikin. serdema em têde dijîn ji ber teknolojîya heyî em weke malbat di kontirolkirina zarokên xwe de zahmetiyan dikşînin.  Divê em şiyar bin û ji bo wan çi başe em li wê bifikirin. Lê bi taybet reşên wiha li bşûrê Kurdistanê tên jiyîn û divê em sedema vê lêkolîn bikin. Bi taybet jî Şêniyên Şengalê li kampyan pirsgirêkan dijîn û ji ber vê em cardin bang li şêniyên Şengalê yên kampan dikin ku vegerin warê xwe xwe.    Herwiha  Emşê  bal kişandser berxwedaniya ku tê meşandin jî û wiha got: “ Em bi rêzdarî civaka xwe û bitaybet dayikên xwe jî ji bo tekoşîna wan silav dikin. Lê em heta negihijin serkeftinê em ê her berxwedana xwe bidomînin. Herî dawî em tevahî çalekvanên zîndanan jî bi rêzdarî silav dikin û çalekiya wan pîroz e. Bi hêviya ku em rêberê xwe di nav xwe de bibînin.”   'Vegerin warê xwe'   Di berdewamiya civînê de endama TAJÊ Sulala qasim jî balkişand ser çareserkirina mijarên xwekûştina ciwanên êzidî û wiha Got: “Rewşên wiha di her warî de ji bo civakan ne başin hem malbat hem jî derdor ji van mijarên xwekûştinê bandor dibin. Bê gûman sedemên cuda cuda yên van bûyeran hene. Di demeke ku li Şengalê bi berxweda jinan heta niha pilanên qirêj bi ser neketine,li kampên Başûrê Kurdistanên berevajî vê tê jiyîn.  Li vir berxwedan heye û li wir tis û bêdengî heye.  Em hêvî ji xelkên xwe yên kampan dikin kû bila çavên xwe vekin. Bila guh nedin kesekê em dizanin ji wan re çi tê gotin.  Lê ya li vir tê kirin berxwedane û em mafên xwe dixwazin. Divê ew jî dev ji wan çadiran berdin û werin li vir di malên xwede bi civaka xwe re têbikoşin.”    Di dawî de endama TAJÊ Zahîde Xelef jî bal kişand ser girîngiya civînên wiha û got: “Ji bo me jinan ev civîn pir baş in. Ji ber ku em li vir pirskirêkên civaka xwe dinirxînin û li çareseriyê digerin. Bi vî şêweyî weke jin nêrîna me derbarê hemû mijaran de çêdibe û li beramberî tevahî pirsgirêkan bertek û helwestên me bi hêztir dibin.”   Jinan bi dirûşmên Jin Jiyan Azadî civîna xwe bi dawî kirin.