'Divê li dijî cemaetan rêxistinên elewiyan dîsa bên gel hev' 2021-01-17 09:04:55   Kîbriye Evren   MÊRSÎN - Hevşaredara Akdenîzê  ya berê Yuksel Mutlu da zanîn ku bi xizaniyê terbiyekirin ne tenê ku tarîkat tabeleyan vedikeye; xizanî hem tê bi rêvebirin û hem jî tê meşandin û civakê dike bin lepê xwe. Yukselê got: “Tarîkat jî piştre di bin wan tabelyan de kargeriyan vedike û di kargeriyên bazirganiyê de jî mirovên xizan bi pereyan dixînin.”   Navenda Lêkolîna Dêrsîmê (DAM) mehên borî de derbarê rêxistibûna tarîkatên li Dêrsîmê de xebat meşand. DAM’ê daxuyanî da û got ji texmînê wan wêdetir, bi rêxistinbûneke cemat û tarîkatê re hatine rû hev. Hevşaredara dema berê ya Akdenîzê Yuksel Mutlu derbarê rêxistinbûna tarîkatê ya li Dêrsîmê bikaranîna xizaniya li bajar û helwesta li dijî saziyên Elewî nirxand.   * DAM’ê li Dêrsîmê xebat meşand û li gorî xebatan derket holê ku gelek tarîkat bi navên cuda faliyetê dimeşînin û kargerî vekirine. Divê em vê çawa fêm bikin?   Dêrsîm bajarekî ku bi çand û Elewitiya xwe, bi berxwedana xwe û bi têkoşîna xwe ya li hemberî dewletê, di hişan de maye. Navenda Lêkolîna Dêrsîmê xebatek meşand. Ev xebat berê jî hebûn. Derbarê vê de gelek akademîsyen û nivîskarên Dêrsîmê di vê mijarê de nivîs nivîsin û fikrê xwe îfade kirin. Me dem bi dem di platforman de ev nîqaş kirin. Tevî ku di rojeva me de bû jî me zêde negirt plana ewil. Piştî lêkolîna DAM’ê ket rojevê û nîqaşkirin. Ev tê vê wateyê divê êdî ji vê re bêjin êdî bes e. Sedema duyemîn çapemeniya civakî û ya sêyem jî faliyetên lobî yên dawî ên Dêrsîmiyan bû. Ji ber vê ev xebat gelek bi nirx e.   * Di lêkolînê de tişta balê dikşîne, ev e ku tarîkat xizaniyê bikar tînin û hedefa wan jin ciwan û karmend in. Çima bi taybet ev alî hedefan de ne?   Dewlet û desthilatdarî her tim li dijî Dêrsîmê di mudaxaleyê de bûn. Lê her desthilatdarî rêbaza mudaxaleyê diguhere. Carna bi zext û zorê, carna bi polîtîkayên ewlehiyê, carna jî bi xizaniyê. Lê yekane tişta naguhere polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Li hember Dêrsîmê her tim polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê pêk hatin. Ji 1937-38’an heta niha Dêrsîm bi mudaxaleyê re hat rû hev. Sedema vê jî ev e ku zîhniyeta netew dewletê ji nû ve biafirînin û bi vê zîhniyetê jî tirkbûn û sunnîbûn tê avakirin. Di vê mijarê de jî dewlet her cureyê derfetê bikar tîne. Dewlet di vir de gelek rêbazan dike dewrê. Demên dawî de jî rêxistinbûna tarîkat û cematê dike. Di tu demên hikûmetên din de ev nehat kirin. Yekem car di dema vê desthilatdariyê de pêk tê. Bi tarîkatên weqfa wek Menzîlî, Suleymanî û Ensar tên kirin. Dîsa li zanîngeh û li ser xizaniyê xwe didin meşandin.   Dema li zanîngeh an jî bi hevkariya mizgeftê tarîkatê ava dikin ji bo mirovên wir wek faliyeta mîsyoner dimeşîne. Mînak rektorê damezrîner yê ewil yê zanîngeha Mûnzûrê Durmuş Boztug, piştî bû damezrîner Enstîtuya Elewî Bektaşî ava dike. Ji ser vê enstîtuyê hewl didin Elewitiyê venasînin. Li zanîngeha Mûnzurê hewl da baweriya gelê Dêrsîmê ji nûve venasîne. Tiştek wisa ne pêkane. Yanî îdeolojiya fermî ya dewletê dinasîne. Li wir dibe alava polîtîkaya asîmîlasyonê. Ev rektor piştre dibe parlamenterê AKP’ê. Zêdetir kesên oldar tayînê zanîngeha Mûnzûrê dikin. Mînak ji bo beşa civaknasiyê îlahiyatvan tayîn dikin. Di esasê de ev hemû pirsgirêkên. Ji ser enstîtuyê polîtîkayên asîmîlasyonê tên kirin.   Her wiha beriya vê hikûmetê jî gelek mînakên wisa hene. Em vê dizanin ku piştî darbeya 1980’ê şûnde di dema Walî Kenan Guven de gund bi gund digerin û zarokên biçûk yên malbatên xizan ên Dêrsîmê malbatan digiri û dibêjin em zarokên we dibin didin xwendin. Digirin û dibin kursên kuranê û îmam xatîban. Em dizanin ku ev zarok bi zor birine. Malbatan rastî bizanbûna wê neşandibana. Em van mudaxaleyan hemûyan baş dizanin. Divê em ji ber vê li dijî van rewşên bi xeter baldar bin.   Beriya zanîngehê Kolejek Mûnzûrê hat avakirin. FETO’yiyan ava kiribû. Zarokên Dêrsîmê li wir perde didîtin heta demokrat û çepgîr jî zarokên xwe dişandin. Lê em dizanin ku li wê kolejê polîtîkayeke tirkbûyûnê û sunîkirinê ya çawa dihat meşandin. Ji ber ev projeyek siyasî îslamî bû. Lê ev mirov ne ji kurdbûn ne jî ji Elewitiya xwe dest ber didin. Ji ber vê dibêjin em serî bi wan bidin tewandin. Bi xizaniyê terbiyekirin. Hedefgirtina jin, zarok û ciwanan girîng e. Çima ewil jin, zarok û ciwan. Ji ber pêşeroj bi wan re ye. Ger jinê û ciwanan îqna bikin wê sunîbûnê zûtir bide qebûlkirin.   Bi xizaniyê terbiyekirin tenê bi vekirina tabeleyan dernakeve pêş me. Ev tarîkar piştre ligel wê tabelayê kargeriyê vedike û hewl dide mirovên xizan bi pereyan bixînin. Di esasêde bi pere polîtîka şerê taybet dikin dewrê.   * Li Dêrsîmê demek dirêje di bûyerên îstîsmar, tacîz û tecawizê de navê polîs, leşker û çawîşên pispor derbas dibe. Rola tarîkatan di vir de çiye?   Rêxistinbûna tarîkat û cemaatê di navenda vî karî de ye. Em mînaka Gulîstan Doku bigirin dest. Gulîstan jinek ciwan a xwendekara zanîngehê ye. Li Dêrsîmê dewlet bi her tiştî agahdare. Li her kolanê kamera heye. Lê jinek ciwan winda dibe. Gelek îdia hene. Ev demek dirêje lê digerin lê nabînin. Berê mirovan didin golê. Ne tenê Gulîstan, beriya vê jî heye. Em dikarin bêjin ku di şîdeta li ser jinê de tiliya cematê heye. Ji bo civakê xera bike tiliya wan têde heye. Ji ber vê jî divê civaka Dêrsîmê û ciwanên tên zanîngehê divê pir baldar bin.   * Divê civak li dijî vê çi bike?   Divê civak baldar be. Ev çawa dibe? Partiyên siyasî yên Dêrsîmê wê vê bikin. Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û platformên demokrasî û kedê wê gel bike xwedî agahî. Wê bêjin ku Dêrsîmî zarokên xwe li dijî tarîkatan biparêzin. Ji ber di bin navê tarîkatê de polîtîka tirkirinê heye. Li dijî baweriya me mudaxale heye. Divê Dêrsîmî ji ber vê hişyar bin û tedbîrên cidî bên girtin.   * Daneyên DAM’ê gelek cidîne û di esasê de li Dêrsîmê demek dirêj bû ev bal dikişand. Gelo çima wisa dereng man? Ji vir şûnde divê çi bê kirin?   Em di vê mijarê de dereng man. Ji bo bertek nîşandanê ne hewceye mirov Dêrsîmî bin. Ji bo vê divê hemû kes îtîraza xwe bikin. Divê suniyek jî vê îtîrazê bike; Ey tarîkat, ey cemaat, ey hikûmet… Tu hewl didî çi bikî? Li bajarekî ku ji sedî 90 Elewiye çima tu mizgeftê çêdikî? Çima van tarîkatan dikî dewrê, dixwazî çi bijî? Pirsîna vê pirsê ji xwe têr dike. Dema ev pirs hatibe pirsîn jî ji xwe têkoşîn tê meşandin. Ji ber vê jî li gorî min em pir dereng mane. Refleksek cidî pêwiste. Divê bi konferans, panel û sempozyuman gel bê agahdarkirin. Divê rêxistinên Elewî bên gel hev û xetereyê ji gel re vebêje.   Em asîmîlasyonê tenê li ser aliyê baweriyê nîqaş nakin. Di alî ziman de gelek bi xetere. Asîmîlasyon ne tenê li hember baweriya me, li hember zimanê me ye jî. Divê ev xetere bê dîtin û hemû rêxistinên civaka sivîl, partî xebatê bimeşînin.   * Di dawiya axaftinê de banga we çiye ji bo rêxistinên Elewî, civaka sivîl, muxalefet û jinan?   Banga min ji bo malbatan ev e; divê malbat baldar û hişyar bin. Divê van rîskan ji zarokên xwe re vebêjim. Hemû rêxistinên civaka sivîl, elewî û kesên li alî aştî û demorkasiyê wê vê xebatê bimeşînin. Bi taybet rêxistinên jinan, tevgera femînîst a Tirkiyeyê divê di vê mijarê de xebatekê bike.