'Li dijî dagirkeriyê me rûmeta xwe parast' 2021-01-17 09:04:04   Sara Şêx Hesen    HELEB - Endama Asayîşê Arîn Efrîn a di Berxwedana Serdemê de ji jinên pêşeng bû ku rûmeta axa xwe parast li ser kêliyên têkoşîna xwe a li dijî dagirkeriyê ev tişt got: "Di şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk de me jî weke jin rûmeta xwe parast û di eniyên pêş de cihê xwe girt.  Efrîn dê bi berxwedana gel bê rizgarkirin."   Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê bi 72 balafirên şer êrîş birin herêma Efrînê û di encama êrîşan de bi hezaran mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran ji wan koçî Kantona Şehbayê bûn. Ruxmê ewqas êrîşan şêniyên Efrînê soza domandina berxwedanê li dijî êrîşan dan û 58 rojan berxwedanek destanî nîşanî tevahî cîhanê dan. Ji zarokên 7 salî heta mirovên 70 salî cihê xwe di wê berxwedanê de girtin. Ji roja ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin, şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe tevlî refên têkoşîn û parastinê bûn. Şervanên jin pêşengiya berxwedanê kirin û ji bo parastina rûmeta xwe heta kêliya dawiyê li berxwe dan. Yek ji jina ku li dijî êrişan heta dawiyê li berxwe da endama asayişê Arîn Efrîn a 25 salî ye li eniya gundê Qurnê  şer dida meşandin axivî.    'Li dijî dagirkeriyê me rûmeta xwe parast'   Arînê bal kişand ser têkoşîna şêniyên Efrînê ya li dijî êrişên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Di 20’ê Çileya 2020’an de dewleta tirk bi 72 balafir li ser Efrînê rakir. Di heman rojê de şêniyên Efrînê ji zarokan heta mezinan seferber bûn. Erka me bû em rûmeta axa xwe biparêzin.Li dijî dagirkeriyê me rûmeta xwe parast. Gel jî xwedî îradeyeke bi hêz bû li dijî dagirkeriyê serî netewand. Me hemûyan berê xwe da çeperên şer. Li kêleka şervanan me heta radeyeke bilind texmînên dijminan vala derxistin, lê mixabin dijmin bi balafiran Efrîn dagir kir. Hêza dijmin balafir bûn, ji bilî wê tu hêza wan tune bûn.  Bila balafir tuneba dijmin nikarîbûn perçeyekî ji Efrînê dagir bike."   'Me her li berxwe dida'   Arînê li ser kêliyên têkoşîna li dijî dagirkeriyê axivî û wiha domand: "Ez yek ji Endamên Parastina Hundirîn bûm. Dema şer hat ber derî me hemûyan rextên cenge li xwe kir. Jixwe di wî şerî de pêşengtiya jinê ya herî balkêş bû. Ji dil û can me şer dikir û gelek jinên pêşeng di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dan. Dijminê me herî zêde ji lehengiya jina  kurd ditirse. Kêliyên tijî têkoşîn û berxwedan hatin jiyîn. Min cihê xwe di çepera Gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê de girtibû. Heta 7 rojan em di nava dorpêçê de bûn û bûyerên pir dijwar qewimîn. Balafiran bi rengekî hovane êrîş dikirin, lê her me li ber xwe dida."    'Em radestî dijmin nebûn'   Arînê behsa kêliyên dorpêçkirinê kir û wiha domand:"Dema ku em di  Gundê Qirnê de bûn, dijmin derdora me hemû dorpêç kir. Êdî tankên wan diketin gund, dengê wan baş dihat me ku va ye tên me bikujin. Ez û çend hevalên jin di wê çemberê de bûn.Me ji hev re got dema me nikarîbû xwe xelas bikin, em ê bi dijmin de teqînê pêk bînin. Dema hinekî ji me dûr ketin, em yek bi yek ji cihê xwe derketin û di nava zeviyan re em ketin rê. Ya herî zehmet balafir bûn, dema dihat me qet hereket nedikir. Wisa me riya xwe domand heta em ji gund derketin. Di wê çemberê de jî em ji dijmin neditirsiyan, ji ber armanca me ew bû em bi ser bikevin. Em radestî dijmin nebûn. Me ev yek qebûl nekir. Bi rihê Barîn û Avesteyan me li dijî dijmin şer kir. Dijmin Efrîn dagir kir, lê hêviyên me mezin in ku dîsa em ê vegerin ser axa xwe. Efrîn bi berxwedana gelê xwe wê bê rizgarkirin."