'Dixwazin parçekirina kurdan bidomînin' 2021-01-17 09:01:32     Dilucan Bozî   KOBANÊ - Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê, Şevîn Qulagasî, têkildarî bicihkirina malbatên komên girêdayî dewleta tirk wiha got:"Li herêmên dagirkirî rojane pergal, çand û demografiya herêmê bi destên çeteyên dewleta tirk tê guhertin.  Di vir de em dikarin bibêjin ku dewleta tirk dixwaze Kurdan ji kokê tune bike. Hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk wek hev e."   Dewleta tirk li bajarê Serêkaniyê, li şûna şêniyên resen malbatên komên girêdayî xwe bi cih dike. Ev bûyer li Herêma Efrînê jî diqewime. Piştî Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hat dagirkirin, dewleta tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê kir. Di heman demê de îro li Serêkaniyê jî ev rewş dubare dibe. Li gor agahiyên herêmî tê gotin li Girê Spî jî leşkerên dewleta tirk zarokan fêrî çêkirina mayinan dikin. Têkildarî mijarê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê Şevîn Qulagasî nêrîna xwe parve kir.    'Dixwazin parçekirina kurdan bidomînin'   Şevînê bal kişand ser hovîtiya pergalên desthilatdar û hevpeymanên parçekirinê yên ku ser civakan didin ferzkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema ku dewletnetew hatin avakirin yekser pergala desthilatdariyê li ser mirovan ferz kirin. Bi wê desthilatdariyê re, rojane mafê mirovan dihat çewisandin û rêjeya hovîtiyê bilind bû. Em niha di qonaxa kapîtalîzmê de dijîn, her dewletek li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Dewleta tirk jî dixwaze guhertinan li herêma me bide çêkirin û ev yek jî  li ser hesab û xwîna gelê me be. Projeya vegerandina împaratoriya Osmaniyan nîvco maye, îro Erdogan bi riya çeteyan projeya xwe berfireh dike. Dewleta tirk bi tena serê xwe vê projeyê bi rê ve nabe. Hin hevkarên dewleta tirk piştgiriyê didê. Di hevpeymana Saykes-Picot a sala 1916'an de parçebûn hat çêkirin, paşê di hevpeymana Lozanê sala 1923'an de careke din parçebûn hat çêkirin. Ji bo wê di vê sedsalê de dewleta tirk dixwaze parçebûneke nû bide çêkirin. Dixwazin parçekirina kurdan bidomînin."   'Malên kurdan tên talankirin û şewitandin'   Şevînê destnîşan kir ku dewleta tirk mudaxeleya hemû dewletan dike û li kîjan deverê qirîz derdikeve yek ji sedemên wê dewleta tirk e û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ne tenê êrîşî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di heman demê de gefên xwe li hemû welatên cîhanê dixwe. Dewleta tirk êrîşî Lîbya, Ermenîstan, Yewnanîstan û Başurê Kurdistan jî kir, heta niha jî ev êrîş didomin û qirîz li wan welatan jî derxistiye. Di herêmên dagirkirî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, rojane jin tên revandin, teqîn pêk tên, ziman, çand û hebûna gelê herêmê tê tunekirin. Dewleta tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî zarokan fêrî mayinan dikin û zimanê tirkî bi wan didin xwendin. Li ber çavên gelê resen malbatên çeteyan li malên wan tên bicihdikin. Li herêmên dagirkirî rojane pergal, çand û demografiya herêmê bi destên çeteyên dewleta tirk tê guhertin.  Di vir de em dikarin bibêjin ku dewleta tirk dixwaze Kurdan ji kokê tune bike.  Hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk wek hev e."