ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-17 09:00:00     *Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Herêma Firatê, Şevîn Qulagasî, têkildarî bicihkirina malbatên komên girêdayî dewleta tirk wiha got:"Li herêmên dagirkirî rojane pergal, çand û demografiya herêmê bi destên çeteyên dewleta tirk tê guhertin.  Di vir de em dikarin bibêjin ku dewleta tirk dixwaze Kurdan ji kokê tune bike. Hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk wek hev e." DÎMEN HEYE   * Esnafên jin ên Silopiyê, bal kişandin ser qeyrana aboriyê û gotin: "Ne bi pandemiyê re demek dirêj e li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê heye. Lê hikûmet pandemiyê dike hincet. Niha berîka me vala ye, dewlet jî li hemberî rewşa welatiyan ker û lal e." BI DÎMEN    *Endama Asayîşê Arîn Efrîn a di Berxwedana Serdemê de ji jinên pêşeng bû ku rûmeta axa xwe parast li ser kêliyên têkoşîna xwe a li dijî dagirkeriyê ev tişt got: "Di şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk de me jî weke jin rûmeta xwe parast û di eniyên pêş de cihê xwe girt.  Efrîn dê bi berxwedana gel bê rizgarkirin." DÎMEN HEYE   * Hevşaredara Akdenîzê  ya berê Yuksel Mutlu da zanîn ku bi xizaniyê terbiyekirin ne tenê ku tarîkat tabeleyan vedikeye; xizanî hem tê bi rêvebirin û hem jî tê meşandin û civakê dike bin lepê xwe. Yukselê got: “Tarîkat jî piştre di bin wan tabelyan de kargeriyan vedike û di kargeriyên bazirganiyê de jî mirovên xizan bi pereyan dixînin.” BI DÎMEN    *Jinên Kedkarên malê diyar kirin ku li dijî krîza aborî ya her diçe giran dibe divê desthilatdarî demildest bê guhertin û gotin: “Em zeytûnan digirin penîr tune ye, em penîr digirin nan tune ye. Dewlet nizane ku ka em çawa dijîn.”  DÎMEN HEYE   *Li Şehbayê derbarê 20'ê Çileyê de Maseya Gel tê avakirin (12.00)    *Şopandina çalakiya kon a ji bo piştgiriya berxwedana zindanan (11.00)   *Çalakiya Ciwanan ji bo piştevaniya berxwedana zindanan (10.00)