Ala Talebanî careke din bû seroka koma YNK’ê 2021-01-14 15:58:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Ala Talebanî careke din bû Seroka Koma YNK ya li Parlamentoya Iraqê.   Di dema borî ya Parlamentoya Iraqê de, Ala Talebanî Seroka Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bû. Di hilbijartinên 2018’an de li ser Lîsteya Hevpeymana Bexda ku lîsteya Erebên Sune bû, bû namzet û bû parlamenter.   Li Bexda bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Hevserokê YNK Lahor Şêx Cengî careke din Ala Talebanî li şûna Dr. Ciwana Îhsan bû Seroka Koma Kesk a YNK.