‘Bila guh bidin daxwên zarokên me' 2021-01-13 09:02:29   Rojda Aydin    ŞIRNEX -  Malbatên ku zarokên wan di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine, bangawazî kirin gotin bila guh bidin daxwazên girtiyan. Malbatan da zanîn ku dê li derve bibin dengê girtiyan.   Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdollah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. 48 roj in girtî bêdem û dorveger çalakiya xwe didomînin. Malbatên girtiyan ji bo zarok û xizmên xwe bangewaziyên xwedî li derketina çalakiyê dikin.    Dayika Esmer Ayaz a ku di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê girtin 36 sal ceza lê hatiye birîn û 22 sal 5 meh in jî di girtîgehê de ye, Emîne Ayaz û dayika Mehmet Ayaz a ku di Girtîgha Girtî ya Tîpa T’ya Şirnexê de ye, Zozan Ayaz ji ajansa me re axivîn û gotin divê guh bidin daxwazên girtiyan.    ‘Keça min heta niha sirgûnê 8 girtîgehan hat kirin’   Emîne, anî ziman ku  keça wê Esmer 11 salî bûye ji mal veqetiyaye û tu agahî ji keça xwe negirtiye û got: “Me nizanibû çi hat serê keça min. Me tu carî agahî nikaribû jê bigirta. Piştî 7 salan dewletê li me geriya û ji min re gotin keça te hat girtin. Keça min wê demê girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê û nêzî du mehan li vir ma. Piştre keça min sirgûnê girtîgeha Êlihê hat kirin li vir jî 4 sal ma piştre jî li Girtîgeha Mîdyatê 5 sal, li Girtîgeha Gebzeyê 3 sal, li Girtîgeha Şirnexê 3 meh ma. Piştî li Girtîgeha Wanê ma wê sirgûnê Girtîgeha Baybûrtê kirin û 3 sal jî li vir ma û herî dawiyê jî wê sirgunê Girtîgeha Şakranê kirin. Keça min heta niha sirgûnê 8 girtîgehan hat kirin. Ji ber keça min tim ji me dûre em nikarin her roj biçin hevdîtina wê. Çûyîn gelek zor û zehmete. Ev demeke dirêje min keça xwe nedîtiye. Em bi tenê bi rêya telefonê diaxivin.”   ‘Ji bo tecrîd rabe dest bi çalakiyê kirin’   Emîne, da zanîn ku li girtîgehan zext û zordarî li dijî girtiyan tê kirin û guh nadin daxwazên girtiyan. Emîne, bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku li girtîgehan hat destpêkirin û wiha domand: “Zarokên me tenê jiyanek azad û xweş dixwazin. Zarokên me di nav çar dîwaran de ne, zext û zordarî li wan tên kirin. Zarokên me mafên xwe dixwazin. Ev çend sal in li ser serok tecrîdek girankirî heye. Zarokên me dixwazin tecrîd bê rakirin û binpêkirina mafan ji holê bê rakirin. Zarokên me doza ziman, nasname û welatê xwe dikin. Zarokên me mafê xwe dixwazin. Zarokên me dixwazin wek hemû kesan serok jî bi malbata xwe re bi rêya telefonê biaxive û an jî malbat biçin hevdîtinê. Ji ber vî yekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine."   ‘Divê em bêdeng nebînin’   Emîne, dawiya axaftina xwe de got zarokên wan di nav çar dîwaran de li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em ji bo zarokên xwe li derve li ber xwe bidin. Çi ji destê me bê divê em bikin û em bêdeng nebînin. Em ê jî li derve bibin dengê wan. Dema Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû keça min Esmer jî wê demê dest pê grevê kiribû. Berê jî pirsgirêkên wê yên tendûristiyê hebûn. Divê em bêdeng nebînin. Keça min ev 22 sal û 5 meh in girtî ye.”   ‘Bila kesên rayedar gav bavêjin’   Zozan, jî destnîşan kir ku Mehmet 3 meh beriya niha hatiye girtin û wiha axivî: “Kurê min bêsûc bû û hat girtin. Kurê min hîn 18 salî ye. Niha di girtîgeha Şirnexê de ye. Hîn doza wî nehatiye dîtin. Emrê kurê min hîn biçûke. Ew hîn zaroke. Em dixwazim kurê min bê berdan. Ez berê çend rojan çûm hevdîtina wî. Pirsgirêk hebin jî ji min re nabêje. Îro bi hezaran girtî bêsûc û bêgûneh di nav çar dîwaran de ne. Kincên ku min ji wî re şandin girtîgehê ev çend heftene hîn nedayê. Li ser wan zext tên kirin. Dema ez çûm hevdîtina wî jî ji min re got ‘hevalên me dikevên grevên birçîbûnê. Lê şerbet û avê nadin me, ji bo em bidin hevalên xwe.’ Zarokên me îro ji bo rakirina tecrîdê û rakirina binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirine. Kurê min jî beriya çend roj pêşî ketibû greva birçîbûnê. Em dixwazin daxwaziya zarokên me bi cih bê. Beriya ku rewş girantir bibe bila kesên rayedar gav bavêjin.”   ‘Em ê li derve bibin dengê zarokên xwe’   Zozan, bilêv kir ku ji bo daxwaza zarokên wan bi cih were hemû kes dengê xwe li derve bilind bike û axivî: “Divê li derve em malbat bêdeng nebînin. Em bibin dengê zarokên xwe. Ger em bêdeng bibînin dê zêdetir zext li ser wan bê kirin. Daxwaziya girtiyan azadiya serokê wan e. Ji ber vî yekê dest bi vî çalakiyê kirine. Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Bila daxwaziya zarokên me cih bê. Bila dewlet guh bide zarokên me. Lê dewlet niha ger û gore. Bila hemû kes rabin li ser nigan. Agahiya kesî ji girtîgehan nîne. Zext û zordariyên li ser girtî û girtîgehan tu carî bi dawî nabe. Em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Em ê li derve bibin dengê zarokên xwe.”