Ciwanan ji bo piştevaniya berxwedana zindanan kon vedan 2021-01-12 16:55:44     HESEKÊ - Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zindanan em ê teqez bi ser bikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana zindanan, konê çalakiyê vedan.   Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan, konê çalakiyê vedan. Konê çalakiyê li Ber Dêra Aşûriyan ya taxa Til Hecer li Bajarê Hesekê hate vedan. Konê çalakiyê bi wêneyên Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hate xemlandin. Endam û Rêvberên Saziyên Civaka Sivîl serdana konê ciwanan kirin û dê konê çalakiyê heya 7 rojan dewam bike.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê  Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Avrîn Navdar axaftin kir.   Avrîn teqez kir ku li ku derê berxwedan hebe, dê piştgiriya wê were kirin û wiha pê de çû: ”Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi rola xwe ya têkoşîna li dijî faşîzimê radibin. Em ê berxwedana wan li Rojavayê Kurdistanê zindî bikin. Em ê bi israr û têkoşîna xwe berxwedanê veguherînin serkeftinê.”