Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye 2021-01-12 16:49:13     MÊRDÎN -  Li Mêrdînê 8 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. Hat diyarkirin cendirme ava paqij nadin jina 3 ducanî Arjîn Gevcan.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê duh cendirmeyan bi ser malan de girtibû û bi hinceta ku “piştgiriya rêxistinê” 22 kesan binçav kiribûn. Piştî îfadeyan 8 kes hatin berdan û 14 kes jî hê di bin çavan de ne. Hat hînbûn ku lêpirsîn ji aliyê 2 dozgeran ve bi 2 dosyayên cuda tê birêvebirin. Her wiha di nava binçavkiriyan de yek jê 74, yek jê jî 65 salî 2 jin û jineke 3 meh ducanî jî di bin çavan de ne.     Hat diyarkirin ku cendirme ava paqij nadin kesên di bin çavan de û ava kaniyê li wan ferz dikin. Li gel hemû daxwazên jina ducanî Arjîn Gevcan jî cendirme av û amûrên paqij nadinê.